Ziman

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Canan Yildirim

Ziman tenê peyv û gotin nîne.
Ziman nasnameya mirovan e; bîra wan, dîroka wan e.
Em bi ziman difikirin, bi ziman hîs dikin, bi ziman xewn dibînin.
Ziman di dengê dayikan de ye, di stran û kilaman de ye,
di gotina zarokan de ye.
Heke zimanek bê deng bibe,
tenê peyv namirin;
bîr û dîrok jî kêm dibin,
parçeyek ji hebûna mirovan winda dibe.
Ziman mafê her mirovî ye.
Mirov bê ziman nikare xwe bi temamî îfade bike.
Bê ziman, mirov di nav gel de jî dikare bê deng bimîne.
Ziman huner e, zanîn e, bawerî ye.
Ziman rêya azadiyê ye.
Ziman rûmeta gelan e.
Ziman bi mirovan re dijî û pêş dikeve.
Em jî bi zimanê xwe dijîn
û bi zimanê xwe têne naskirin.
Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e.
Divê em di dibistanan de dersên Kurdî hilbijêrin.
Divê dibistanên taybet jî dersên Kurdî bidin
û alîkariya malbatan bikin.
Ziman… dîsa ziman…
Çimkî ziman jiyan e.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove