Zalim
Sibe ye, derdor bi spîtîya berfê rip ronî ye. Berf bişev destpê kiriye , hê jî dijwarî dibare. Wisa ye ku derencê malan ji berfê wenda ne. Ser berfê dimeşe ku lingê wê wenda dibe. Disa jî , nav berfê de heta pişt holika êzinga mala Sofî ve dimeşe.
Li wê derê alî başurê holikê berf pir lê nake . Kare wê derê heta berf bisekine demek wisa bisitire. Zane xweyê vê holikê malbata Sofî xwarin bidinê û vê zivistanê wê birçî nehêlin. Pişta xwe dide loda êzinga û benda xanima malê disekine.
Alîkî da berfê temaşe dike. Alîkî da jî xûre xûrê zikê xwe yê birçî gohdar dike. Demek
şûn de dengek din gohê wê dikeve . Bin berfê de alî bakur ve dizivire. Dinêre, malikê tu mîrad bî, ciranê Sofî derê holika êzinga vekiriye û êzinga yek bi yek dide paşila kurê xwe.
Ev çi hal e? Meriv êzingê cîranê xwe çawa dibe ? Ev bixwe dizitiye.
Ger ew Zalim be evê dizitiyê nehêle. Nanê vê malê dixwe. Rastî ev mal bi aborî taxê de malek feqîr e . Lê nav taxê de tenê rehma vê malê heye. Dest vekirî ne ku mala wan mêvan xalî nabin. Feqîrê taxê merditî ya wan zanin tenê tên wê malê. Dîsa hafizê taxê ji bo şîvê, her êvarê tên vê malê. Jinebî û sêwî tim li virin. Di xwendevan ji gund hatine û li vê malê tên hewandin.
Nabe ku ber bi vê dizitiyê bê deng bimîne.
Pêşî direyê, wan şîyar dike ku dev ji dizitiyê berdin. Lê dizê êzinga paxê pê nakin. Incarê bi dengê bilind direyê.
Mêrik û kurê xwe jê acis dibin û bin berfê de destê wan de êzing , wisa êrîşî wê dikin . Kurê mêrik êzing radike li serê wê dixe. Piçek paş ve diçe tê ser xwe , bi hêrs dirêjê wê dike. Lingê wî diran dike. Lê kûr gez nake û zû berdide. Mêrik û kurê xwe radibin, çen êzing dikin paşla xwe û reve rev diçin.
Kûr kûr direyê ku ji malê yek derkeve. Lê vê berfê de yek dernakeve. Ji diza xeyntir vê berfê de kî derkeve.
Lingê wê kûr nebe jî carek diran kiriye. Guman dike evê ser wê da bi dijwarî werin. Wê tehl bikin an bikujin. Ziman tineye ku vê meselê gilîke. Bivêje ev dizin , ji bo êzinga hatine, êrîşî wê kirine. Jixwe niha serê wê pir diêşe. Ger dizitî nebiya ti pirsgirek derneketa.
Diçe alî başur xwe tund dike. Dengê mirova dibîhîse. Serê xwe radike, kêleka holîkê de dinêre ku mêrik text û fişega girêdaye.
Wê gavê Sofî û pîreka wî derdikevin
“ Çi bû cîran? Nola ku derdikevî nêçîrê.”
“Na Sofî, vê berfê de çi nêçirtiye ? Ev kuçikê te kurê min Hemê gez kiriye. Ji bo wê çek girêdaye. Ez ê wê bikujim.”
“ Tu serî de wî bibe nexweşxanê! Bila derman bikin. ”
“ Vê berfê de Hemê li derva çi digere.” Xanima malê ku wisa diaxive cîran hêrs dibe
“ Jixwe we rû daye vê kuçikê. Hûn wê xwey dikin. Em newêrin ji mala xwe derkevin. Hemê hatibû ku mercîfe bibe, serê xanî ji berfê pakij bike. Lê ev kuçik ku we navê wê daye Zalim wê gez kiriye.“
Jinik nola ku bawer nekiriye.
“ Mercîfe wê derê nîne. Wî derî xista minê bida yê kê. Kuçike, bihîme , notirvanê taxê ye, bimin dev jê berde. Tu here wî bibe derman bike.”
“ Na ez ê wê bikujim. “
Zane ku dizê taxê biryar daye evê teqez wê bikuje.
Bin berfê de xwe gêr dike. Dikeve kuçeya din. Binê sifirnekê de xwe vedişêre ku wê nebînin.
Êdî zane jiyana wê ya vê taxê teqez dawî bûye. Qencî wisa tê cezakirin. Dîsa diz bi ziman û fêlê xwe serdikevin ku heta derewê wan derkevin.
Heta wê gavê canê xwe xelas bike çêtire. Li taxek din, bi navek din xwe bihewîne û diza jî ti car efû neke.
Veysî Ulgen
Şîrove