Xemxureke Femînîst ya Civaka Xwe, Çidem Baran, Şeveke Lêvsor 

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Civata Xwendinê

✒️ Mehmet Emîn Cirik

Femînîzm tevger û îdeolojiya jinan e ku armanca wê nirx û baweriyên bavsalare biguherîne û ji bo mafên wekhev ên sîyasî, aborî, çandî û civakî bi dest bixe. Dema mirov bala xwe dide çîrokên Çidem Baranê mirov pêrgî gelek deqên femînîstî tê. Ango bi hêsanî tê fêhmkirin ku xema Baranê ya sereke mexdûriyeta jinên kurd ya di civakê de ye. Keza dixwaze bibe dengên jinan bi rêya edebiyatê da ku bigihêjîne eleqedaran. Û bi vî awayî niqaşeke nû derxîne holê. Di çîrokên ewil de, çîroka bi navê “Çûyîn zehmettir in ji vegeran”ê bi kodên fenîmal, bîranîn, hefizeya kolektîf ya civakî, zemên û flaşbegê honak û tevna xwe saz kiriye.

Karakterên nivîskarê bi piranî jin in. Herwiha li bal femînîzmê piçek be jî nêrîna wan a dij-kolonyal jî heye. Ango dixwazin li hemberê dijmin yanî serdestê xwe tiştinan, tiştinên edebî binivîsin da ku peywira xwe ya neteweyî jî pêk bînin. Weke mînak, karaktera çîroka bi navê “Zema Zemên” wisa diqiçqiçe, li ber xwe dide, belê, ji bo ku belgeyên wê nekevin destên leşkerên serdest û nikare binivîse jî, di encamê de kompîter û flaşên xwe davêje ber çemî. Dîsa di çîroka bi navê “yek, du, sê... sî û çal”ê de gazin li ser gazinê li serdestê xwe dike û silavekê dişîne bo helbesta Ahmet Arifî ya bi navê “sî û sê gule”yê. Di çîroka bi navê “Qozeger”ê de weke çîrokên beriya xwe karakter dîsa jin e û dixwaze here zaroktiya xwe. Esas di vira de weke Sartre jî dibêje: “Her zindî axirê dixwaze vegere betna dêya xwe”. Karaktera me jî bi vê derûniyê dixwaza vegera zaroktiya xwe dike. Karaktera çîroka “Şeva ku ji her şevan reştir”ê jî jin e. Ji ber ku lezbiyen e astengî û endîşeyên wê yên derûnî mohra qedexeyan li ser pişta wê ye, ango enegorî civakê ev mohra qebhetê ye. Belê, weke zayendparêzên civaka kurdan, eva hanê jî ew taybetiya xwe vedişêre û ji nişkê ve em fêhm dikin ku  lezbiyen e. Karakterê çîroka “Kurê Guno”yê cara yekem e mirov dibîne ku mêr e. Ew jî weke karaktera Zelîxayê ji malê direve, belê, çima ji malê direve ew bixwe jî nizane! Dawiya dawîn tê bal kufletê xwe ku mirov nizane bê çima çû û vegeriya? Di çîroka “BM û PM”yê de weke çîrokên serî li ser hefizeya kolektîf a civakî ya têgeha zemên disekine. Kurt e, belê, li ser gelek tiştan dixwaze bisekine. Lê, xema wê zemên e. Di çîroka “Betan (perdeya vajînayê)” weke ku ji serenav jî xuya dike karaktera me dîsa jin e, kawik û xeşîm e. hevjînê wê yekî tolaz û doxînsist e, belê, karaktera me her çiqasî yekê bîrbir hatibe nîşandan jî li ser hevjînê xwe qebûl nake û çi qebhetî kiribe jî ne xem e! Ango her çiqasî ji aliyê mentiqî ve çewt be jî mebesta nivîskarê ew e ku civakê bi awayekî hişk şîret bike. Tişta sosret ev e ku zordestî ji aliyê dêya keçê ve tê kirin. Yanî ev zext ne ji aliyê mêr ve, ji aliyê jinê ve tê kirin. Mirov bivê nevê xwe bi xwe dibêje, gelo meqseda nivîskarê li vira çi ye? Mirov tam li ber nakeve. Di çîroka bi navê “Parmestiro”ê dîsa jin e û gelek rexneyên zayendparêzî dide xwendevan. Hingê rexne dike kontrola xwe winda dike û yekser pisîka xwe dide ber tîrên rexneyan. Di çîroka bi navê “Du qîzikên biedeb”ê de behsa trawmayên zaroktiyê ya karakterên xwe yên jin dike. Ev karakter di zaroktiya xwe de trawmayên zayendî derbas kirine û behsa êşên xwe dikin. Di çîroka bi navê “Rokurteke Payîzê” de c dîsa karaktera me jin e û dîsa mexdûra sedsalan e! Hevserê wê nikare pêkvejiyana cinsî bijî ango ditirse belkî jî nexweş e. Jin jî ji ber vê rewşa ecêb bi rêya xeyalan pêdiviya xwe ya cinsî pêk tîne.

Weke encam mirov bi rehetî têdigihêje ku nivîskar dixwaze civakê bi rêya wêjeyê şîret bike. Herwiha bi karakterên îdealîzekirî, li gorî pêdiviyên îroyîn, şêweyekê bide civaka kurdan da ku ev qeyranên sedsale yên di nava civaka kurdan de bi yekcarê safî bike. Belê, gelo dê bikaribe? Weke xwendevan hêviya me jî ev e! Belê, belkî dikare bandorê li civak û xwendevan bike. Bi ya min ji aliyê tevn û honakê ve lawaz bû. Çimkî hinekî bi awayekî req aniye zimên. Ji ber ku xwendevanên kurd êdî, kêm-zêde, haya wan ji femînîzmê heye ev şêweya tund napejirîne.

begendim
0
Begendim
bayildim
1
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove