Xeletiyên rêzimanî yên zimanekî li ber întixarê

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Înan Eroglu

We qet nameyeke întixarê ya xortekî nozdeh salî xwendiye? Dibe ku we xwendibe an jî nexwendibe, lê em bibêjin nameyeke wisa li ber destê we ye, gelo dê xeletiyên wê yên (rê)zimanî bala we bikişîne? Piştî ku em di dilê xwe de bersiva xwe bidin, dixwazim bala we bikişînim ser vê yekê ku vîdeoya keçeke ciwan a van rojan di medyaya civakî de rastî tîr û xencerên rexneyî hatî, nameyeke întixarê ya di romana Dostoyevskî de anî bîra min.

Cinler (Cin) bi qasî ku romaneke siyasî ye, ewqasî jî bi îroniyan tije ye ji bo min. Ev çîroka întixarê ya ku cihekî gelekî kêm digire di vê romana stûr de, çi cara ku mesele dibe rexneya xeletiyên (rê)zimanî yên wan kesên ku tu deynê wan ê kurdî li kurdan nîne (mebesta min ew kes in ku tu qezenca wan ne di ser kurdî re ye, bi kurdî berhem nayînin, naafirînin, ne desthilat in, ne serkirde ne hwd), cihekî zêde digire di nav hişê min de. Di romanê de xortekî li dor nozdeh salî di odeya xwe ya otêlê de întixar dike û di nameya xwe de diyar dike ku ew tu kesî sûcdar nake û ji ber “xwarina” çarsed rûbleyên malbata xwe întixar dike. Em li vê derê gotinê ji Dostoyevskî re bihêlin: “Jinên me qet çav bi mirovekî întixar kirî neketibûn. Tê bîra min, hema yek ji wan li wê derê bi dengekî bilind got: ‘Bêhna me ewqasî teng bûye, me her kêf û şayiyek qebûl e, bes bila balkêş be.’” Ev koma bêhnteng gava ji bo dîtina vî xortê întixarkirî tên otêlê û çav bi nameya wî dikevin, tişta ku pêşî bala wan dikişîne ne întixar û sedemên wê lê “sê xeletiyên rêzimanî” ne ku di çar risteyên wê nameyê de derbas dibin.

Vîdeoya ku kir ev nameya han bê bîra min, ji aliyê malpera Amîdakurdîyê ve hat belavkirin. Di vîdeoyê de keçeke ciwan bi boneya 8ê Adarê roja jinan pîroz dike û ji ber çend peyvên tirkî yên di axaftina xwe de, wek qûtlamîş dikim (pîroz dikim), başari (serkeftin), çi ecêb e, wê hesasiyeta “zêde” ya ji bo kurdî ya ku her roj li ser wî guhî radizê, bi bayê bezê şiyar dike. Gava em bala xwe didin axaftina wê, em dibînin ku ew van peyvan di nav mentiq û hevoksaziyeke kurdî de dibêje di esasê xwe de (“ez qadinlar guna we qûtlamîş dikim”, “başariya we jî pir xweş e”) û em di heman axaftinê de bergindên wan ên kurdî jî dibihîzin (“pîroz”, “pîrek”).

Helbet mebest ne ew e ka ev kes kurdiyeke çend “rast, baş û xwerû” diaxive, lê ew e ku keseke li kuçeyê mîkrofon tê ber wê dixwaze/hewl dide (bi kurdî) biaxive û vê yekê bi awayekî pir tebiî, jidil û bêxem dike. Ev xisletên han bivê nevê pirseke din jî tîne bîra mirovî: Eger bihata gotin ku kurdiya wê têrê nake û dê bi tirkî biaxive, dê dîsa jî axaftina wê bibûya cihê henek, tinaz û devjeniyan? Em vê gotinê gelek caran dibihîzin ne wisa, ji hunermendên me bigire heta siyasetmedarên me û tê bêjî qey berteka ji bo herduyan ne di sêra hev de ye. Em pir dûr neçin, Amîdakurdîyê berî çend rojan vîdeoya kurekî ciwan jî belav kir û kur piştî ku diyar kir bi kurdî nizane, dest bi tirkî kir. Lê kurdî nezanîna li vê derê, zêde nebû cihê rexneyan û mirov dikare bibêje bi şiroveyên li ser “qeşengiya” axêverî zêdetir hate ecibandin jî.

Adetê me û medyayê ye, her sal kesekî li kuçeyê bi mebesta “balkêşiyê” dibe qurbanê şiroveyên me. Bêguman ev tenê ne meseleya nezanîna kurdî ye jî, dengê wî, rengê wî, şiklê wî, her tiştê wî kesî dibe ji bo me “balkêş” be û wekî jina di romana Dostoyevskî de jî gotî, “me her kêf û şayiyek qebûl e”. Di kêf û şayiyên wisa de sedemên kiryaran xumam dibin, êdî ne paşxane lê rûkal, ne naverok lê şikil, ne hundir lê derve, zarê hal, dîtinî… her tiştekî em bi çavan bipelînin, di navendê de ye. Lê gava dibe şev û kes li qeraxa şevê namîne, sedema ku li esmanî bêsekin şewq dide, bala me nakişîne lê kor dike. Balkorî, nîvê serwextiyê ye. Baldarî.

Gelo em amade ne dev ji xeletiyên rêzimanî yên întixarekê (axaftinekê) berdin û ji dil bixwazin hîn bibin kesek ji ber çi bixwaze xwe bikuje û keseke ku em dixwazin bi kurdî biaxive, ji ber çi nikare/kêm dikare biaxive? Kurdiya ku tenê di rojên cejnan de tê bîra me, di çend panel û konferansan de pir giring dibe, bi “silav û roj” baş dest pê dike û “ji bo ku her kes fam bike” bi tirkî diqede, bi “pîroz û dewlemend e” gêja me dibe, bi “rûmeta me ye” xewa şevan li me diherimîne, mimkin e vî miletê ku vê dawiyê dibêjin 70 milyon e (eger em qebûl bikin kurd jî êdî wekî berê zarokan çênakin, ev ne hejmareke maqûl e ya rastî) rizgar bike? Li şûna ku em li kuçeyê qurbanekî zevt bikin û hemû hêrsa xwe bi ser wî de ro bikin û hemû tawan û cezayên kurdî lê bibirin, em li wan sedeman bigerin ku çima di civata me de piraniyeke zêde mîna vê keça ciwan û piraniyeke zêde mîna wî kurê ciwan diaxivin, kurdî ewqasî ji derb ketiye, bêxwedî ye, ne cazib e, prestîja wê nîne û ne xwedî xerîdaran e, dê ne baştir be? Belkî hingê çêtir bê famkirin em çima di vê rewşê de ne û li kil û kêmasiyên zimanekî li ber întixarê negerin.

Heçku dengek tê min, behsa dewletê, asîmîlasyonê, qedexe û cezayan dike. Ev yek têra xwe rast e, û têra xwe klîşe ye jî, klîşeyeke ku xwe ji berpirsyariyan dide alî. Ya pêşî, kes jixwe vê yekê nade mandelan; ya duyem, her kes karê xwe dike; ya sêyem, kes ne li benda destekî rehmane ye; ya çarem, her kes mîmarê dîwarê xwe ye; ya pêncem, her kesek û desthilata xwe. Gava behsa desthilatê dikim, vê yekê ne bi maneyeke dewletî/statûyê de, di maneyeke fikrî/sazûmanî de dibêjim. Loma li herêmekê fikr û sazûmana serwer kî be, mirov sedeman bi temamî ne li wê derê be jî, lê gelek caran li wê derê lê digere. Eger tu derbasî nav sînorên desthilateke dîtir bûyî, tu sedeman jî li nav wî sînorê dîtir lê digerî. Ya asayî jî, ne ev e?

Gava em li desthilata xwe, li desthilata kurdan difikirin, mirov bi halê heyî jî kêfa xwe tîne. Xwedê neke, lê ku rewşa me ji vê jî xirabtir bûya? Çima wisa dibêjim, bibêjim. Zimanê me yê kurdî çiqas bi siûd e ku serokekî wê heye jê re dibêje bêkêr/bêfonksiyon e û di nav mafekî kulturî de jî cihekî jê re çênake, rêveberekî din dibêje paşnavê me Tirkiye (bi herfên girdek) ye û çîrok û romanên xwe bi tirkî dinivîse (Omer Cabezas dibêje “heger gerîllayek di tûrikê xwe de kitêbekê bigerîne, heqeten maneyeke vê yekê heye”, em jî dikarin herhal bibêjin eger rêveberekî kurd kitêbên xwe bi tirkî binivîse, heqeten maneyeke wê heye?), çil û şeş şaredariyên wê di malpereke xwe de jî wê nîşan nadin û ji bilî çend çalakiyên ku ji şerma dinyayê têne kirin, hebe jî dibe, nebe jî dibe. Di rewşeke wiha de, ku hemû pêşeng (rol-model) rûyê xwe jê badidin, kurd çi bikin bi vî zimanî, çima qîma xwe pê bînin? Gelo kesek dikare bibêje tu cazibeya vî zimanî ji bo van keç û xortan heye? Deriyê xêrê li wan vedike? Pê rûmetdar dibin? Bi pîroziya wê serxweş dibin? Ji dewlemendiya wê digirîn? Ne reşbîn im, lê divê em bi zimanê xwe serbilind bin ku tevî hemû sedeman jî li ber xwe dide. Bihêlin bila hinekî bikule, bila ji wezna xwe bikeve, gazin ji zimanekî weha nabe. Çinku eger pêşbîniya Ehmedê Huseynî pêk bê (“bi ya helbestê min kir” dibêje Arjen Arî û helbestvan piranî rast dibêjin) ku berî gelek salan di hevpeyvîneke xwe de gotibû, êdî zimanê me yê di nav rûpelên kovar û rojnameyan de dê dibe kovik ji dendikan re, û qet nebe, dê tama devê me pê xweş bibe.

begendim
1
Begendim
bayildim
1
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove