‘Super’ Amedspor

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Şêxmûs Sefer

Amedspor bi darê zorê derket lîga superê û hema hema di nav hemû kurdan de bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Hîn jî pîrozbahî berdewam in û wê dawiya heftê bi hin hunermendên kurd li qada newrozê fînalê bike.  

Piştî van hemû coş û pîrozbahiyan rêvebirî divê bi aramî li ser sala pêşiya me bisekine û hêdî hêdî bernameyekê derxe. Berî vê jî di aqilê me de ev pirs jî heye, gelo wê rêvebirî biguhere an wê bi heman kesan berdewam bike.

Rêvebirî bi transferên di heyna navîn de û di mehên dawî yên lîgê de bi kirinên xwe da xuya kirin ku nikare barê lîga superê ragire.

Me gelek caran got, her çi qas bi navê ‘îstîşareyê’ û revebiriyê bi dehan kes di nav biryar û pêkhatên Amedsporê xuya dikin jî mixabin ew karbeşî ne profesyonel e û ji biryarên transferên futbolîstan bigirin heta karên din yê klubê çend kes didin.

Ji îroj şûnde ev ‘keyfiyet’ wê neçe serî. Serkeftin û mabûna lîga superê karekî profesyonelî û zanistî dixwaze. Nabe Amedspor li ser derûniya ‘maxduriyetekê’ bê birêvebirin. Nizanim filan hakemî penaltiya me neda bêvan kesî ev ji me re got. Dema tu bi navê Amedsporê derdikevî qada, li trubînê bi deh hezaran û li derveyî wê bi milyonan mirov li pişt te bin xweş e lê dema ji ber vê ‘nasnameyê’ tiştekî biçûk diqewime, tê serê te jî ax wax! Bavûkalan gotiye ji piran pir ji hindikan hindik diçe.

Ji bo wê jî divê deqe berî deqê Amespor bi kesên welatperwer û zana vê riya xwe ya bi zehmet diyar bike. Ne kesên tên li ser navê Amedsporê ji xwe re rantekê û ‘navekî’ çêdikin û diçin!  

Bi ya min divê hemû hewildanên Amedê mayîna lîga superê be û pê re ji binesaziya xwe futbolîstên kurd bîne lîga superê û her sal ev hejmara zarên kurdan zêdetir bibin. Yan na bi ji piştgiriya dewlemendên kurdan heta kesên xizan ku tenê bi stendina biletekê piştgiriyê dide vê tîmê wê bê wate be.

Û bi ya min divê tu kurd piştgiriyê nede hişmendiyeke wisa ku eger ev tîm nebe tîma kurdan û giraniyê nede hemû kurdên dixwazin piştgiriyê bidinê û tê de bilîzin û cih bigirin. Divê ji çar perçeyan û ji ewrupayê futbolîstên dixwazin di Amedsporê de bilîzin bên tercîh kirin. Di serî de jî ji rahênerekî Kurd dest pê bikin ku min di nivîsa xwe ya berê de pêşniyara Mesut Maral kiribû ku Duhokspor di lîga ereban de kiribû şampiyon di sala çûyî de. Futbolîstên di nav hev de bi kurdî dipeyivin û dilîzin wê bike trubîn û bajar jî bi kurdî bipeyive. Rêvebiriyeke di nav xwe de bi kurdî dipeyive wê bike bajareke bi kurdî bipeyive ava bibe. Ji ber ku Amedspor ne tenê tîma Diyarbekirê ye. Ya Sinê, ya Efrînê, ya Wanê û ya Zaxo ye jî . Amedspor bi hemû dinyayê da xuya kirin ku ew tîma gelê kurd e. Û kesên pê ve tekîldar divê xwediyê vê hişmendiyê be.

Wekî din li gelek cihên dinyayê futbol wekî efyonekê hatiye bikaranîn. Girseyên mezin daye dû xwe bêyî ku hayên wan ji bayê felekê hebe. Dewlet wê bixwaza ji ser Amedsporê vê enerjiya kurdan konsilîde bike. Divê baldariyek wisa jî hebe.

Heta ji alîgiran were bi kurdî bipeyivîn û ev yek ji sembola alîgirbûnê be. Çawa di dema xwe de xort û keçên Îrlandî li hem ber dagirkeriya İngilîzan destê xwe dixistin bêrîka xwe û ev bibû remzek, axaftina kurdî jî dikare bibe remzek…

Ji bo van hemûyan fikirîneke baş û tevgereke baş lazim e. Xeteke zirav e ev yek. Yan na bi alîkariya ji vir de û ji wir de û bi stendina çend futbolîstên berbiçav hûn dikarin salek du salan di super ligî de bimînin û bi demê re bibin wekî tîmeke Tirkiyeyê ku li ser wan ‘bahîs’ tê lîstin û bes…

Ya jî bibe tîmeke wekî Barcelona ku dibêjin ‘kataluna no es espana’ û bibe Atletico Bilbao ku bi deh salan tenê zarokên Baskî tê de dilîzin.

Di encamê de wekî Nietzsche gotiye jiyan tercîhek e, hûn çawa tercîh bikin hûnê wisa bijîn

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove