Payiza paşîn , li ser guliyên dar a, wîçe wîçê çivîkan e. Nola ku gundiya bi mehne agahdar dikin. Dîsa xuya ye ev wîçe wîç kirin belesev nîne. Çen êzingfroş ji bo bazirgani ya bêxêr dîsa wek garan a weş a kişiyane gund. Dû xwarin û nikaşkirinê, yekî kin û qalind mebesta wan, ji gundiyan re zelal dîyar dike.
“ Hûn êdî nikarin li gund bimînin. Evê gundê we jî dawiya dawî vala bikin. Ferman a van gund a carek derketiye. Ez şûna we da bim, ez ê satar yekserî bibirim, bikim êzing û bifroşim. Em ji bo wê hatine. Êzing ji me re , pere ji we re be. Ji me hemiyan re destketî be. Hûn jî herin bajar bi vê pere, ji xwe re jiyanek nû ava bikin. Zarokê we bixweynin. Bibin xwediyê kar. Ji vê çolê bifilitin.”
Êzingfroş diçin û bavê wî kûr kûr difikire. Dayika wî derê sefikê bi dengê bilind gazina dike
“ Ev meriv ne pakin. Awê wan neke bavê zarokê min. Satar bibirin, pez nahêle dar nû ve şîn bibin!Ev der bibe çol!”
“ Ez ê pez jî bifroşim!”
“ Tu yê bifroşî ,qey tu yê kar bikî. Pere nanê peti ye. Zû diqede. Ez zanim em ê kuçeyên bajar rûte rût bimînin.”
“ Ez ê bajar dikan vekim. Bazirganiyê bikim. Bi min ev êzingfiroş rast divêjin . Evê dar û berê me bişewitînin. Em niha bifroşin çêtire. Qene li bajar ji bo me destketî be, bikêr be.”
“Vana marê korin. Cerdevanin , notirvanin, xeratin . Mehne dikin. Mebesta wan bazirgani ya êzinga ye. ”
Dawî bavê wî goh nade dayika wî , goh dide êzingfiroşa. Satar tê birîn. Êzinga bar dikin. Dîsa dawi ya birina dar an her der wek çol zer xuya dike.
Vê demê piranî ber çivîka dikebe. Evê niha li kuderê bilîsin û wîçe wîç bikin?
Mala xwe bar dikin, diçin bajar. Yek ji êzingfiroşan binav Xalê Hesen karê xaretê dike. Ji mala ra dolaban çêdike. Dikana wî pir mezin e. Çen xebatkar wê derê dixebitin. Bavê wî ji xweyê wê derê Xalê hesen re tika dike.
“Gelo tu kurê min Xalis re karî mijulayî ki bibînî? Bila li van kuçeyan vala negere.”
“ Bila kurê ye ba min bixebite.”
“Mala te ava !”
Ew lawikê gund, şivan û pale, dibe şagirtê karê xaretî. Alîkîda hînî zimanê Tirkî dibe. Xweyê dikanê ji bo ziman lê şîret kiriye.
“Ji bo tu bixebitî pêwîste zimanê Tirkî fêr bibî.”
Ser koç bûna wan de hê mehek neqediye. Dengê çivîkan gohê wî hê jî olan dide . Nîvro ye. Xweyê kar Xalê Hesen jê re divêje
“ Here xwaringehê ji min re ‘ quşbaşî’ weyne .
Hatiye bajar çen peyvên Tirkî fêr bûye.Yek ji wan ‘çivîk ‘ e Tirkî ‘ quş ‘ tên gotin . ‘Baş’ jî seri ye. Difikire quşbaşî , serê çivîkan, an kurtasî serçivîk e. Incarê serê çivîka çawa dibe xwarin? Dibe ku êzingfiroş lê henekê xwe kirîye. Rê ya xwaringehê de disekine. Yekî re dipirse
“ Gelo serê çivîkan tên xwarin ?”
“ Qey tu lewirî, tu hovê çolê yî?”
Ji xwe re divêje, qey Xalê Hesen bi min re henekê xwe kir. Ger rast be jî destê min naçe çivîka. Jixwe me mala wan xerakir. Wan bê war hêşt. Ez naçim xwaringehê.
Biryar dide dizivire kargeha xwe. Xalê Hesen dinêre ew destvala ye.
“ Xalis ka quşbaşî”
“ Quşbaşî tinebû Xalo!“
Xuya ye Xalê Hesen jê bawer nekiriye. Diçe telefonê, ji xwaringehê dipirse.
“ Quşbaşî heye!”
Telefon bersîv daye ku quşbaşî heye
“ Çima derew dikî?”
“ Wek te derew dikim. Te me xapand. Satar kir êzing. Me kir kuçeyên bajar. Incarê serê çivîkê me jê dikî , binav divêjî ‘quşbaşî’! Bila li te hilî heram be.”
Xalê Hesen dikene, bala wî ketiye ku ev zilam ji quşbaşî xeletî fahm kiriye.
“ Kuro ew navê kebabê ye . Ne serê çivîka ye ! Min ji te re nego êdî Tirkî biaxive ku xeletî nekî . Kurmancî ji bo te li vir qedexeye êdî. .”
“Rastî xebata min li vir qedexe ye. Ez derim, tu têr quşbaşî bixwe.”
Ji dikana xeratê derdikeve. Kî kare zimanê wî lê qedexe bike û serê çivîka bi de xwarin.
Şîrove