Bi rastî ez çi bêjim wê kêm, bêwate û bêkêr bimîne.
Lê wekî dost û hevalekî wî yê 40 salan ez ê hewl bidin ku behsa dilopekî ji jiyana Ehmed Huseynî bikin.
Dibe ku gelek kes bêjin stêrkekî geş
Herî geş
Ji ezmanê helbesta kurdî xuricî
Erê raste Ehmed stêrkekî herî geş e di ezmanê helbesta kurdî de
Ew ê her geş û ronî bimîne
Bi berhemên xwe
Wê ew stêrk neweşe û ne xurice
Ew tenê wê cihê xwe hinekî biguhere
Lê wê her bimîne stêrkeke herî geş di ezmanê wêje û helbesta kurdî de
Ehmed Huseynî ji dema ku bîr biriye û heta kêlîka dawî ya jiyana xwe mirovekî dilsoz, xwedîbiryar û rewşenbîrekî wêrek û girêdayî şîn û şahî û êşa gelê xwe bû.
Di hemû helwest û nêzîkatiyên xwe de herdem li kêleka yekitiyê bû. Tu caran rê nedida dubendî û dijminahiya alîgiriya bi korayî û hizbîtî.
Ehmed Huseynî kedekî mezin ji bo avakirina Tevgera Rewşenbîrên Kurd ên Rojava ava da û ked û xwêdana wî ew sazî hate avakirin.
Di demekê de ku gelek xelk ji Rojava derdiketin.....Ehmed vegeriya Rojava û tev li şîn û şahiya gelê xwe bû.
Di hemû jiyana xwe de tiliya Kurdekî li ku bi êşiya. Dilê Ehmed pê re diêşiya. Li ku derê Kurdekî an Kurdekî gaveke wêrek ber bi azadiyê de biavêta dilê Ehmed pêşengî dikir û destmala xwe di serê govenda azadiyê de liba dikir.
Tirsa wî ya herî mezin ew bû ku li xerîbiyê koça dawî bike.
Lewra xwe avêtibû hembêza welatê xwe lê mîrata penceşêrê ew dîsa neçarî welatê xerîbiyê kir.
Û ew di wê tirsa mirina li welatê xerîbiyê de derxist
Dema me li rewşa wî dipirsî
Di kêlîkên herî bêhêvî de jî
Wî li ber dilê me dida û hêviya vegera welat dubare dikir
Bi wê hêviyê min jê re digot
Tu yê vegerî
Bi rihê xwe yê xweşik
Wek çûkekî beytik
Bêpêjin û Sivik
Xwe deynî ser sifirneya dilê Rojava yê tenik ...
Lê vegera te vê carê cuda bû
Hevalo
Ka soza te
Ka keftilefta te
Ka kenê te
Wê niha Qamişloka te ya bi çar çavan li hêviya vegera te bû
çi xweliyê li serê xwe bike...
Wê Amûda kezeb şewitî çawa pêşwaziya laşê te yê bê bêtevger bike
Lê ji ber tu Ehmedê Huseynî yî
bawerim
Wê giyanê te wekî perperîkeke rengîn
Li ser ezmanê welatê te bifire û her bêje,
Ji te hez dikim welato
Di şeva hîcranê de
Ji berê bêtir ji te hesdikim
Di şeva hîcranê de
Ji berê bêtir ji te hisdikim
Ji sorê te, ji keskê te û ji reşê te jî hesdikim
Ji rêwîyen te, yên ku nema li hêlînîn xwe vedigerin
Ji serhişkîya şervanên te hesdikim
Ji her çar parçe yê dilê te hesdikim
Ji Mahabad, Hewlêr, Amed û ji Kamişloka li ser dilê te hesdikim
û ji heskirina te hesdikim,
Û ji te hez dikim welato
Û tu yê her bêjî
“…li wir bimîne
da ku darbesta li ser milên bagerê bi tenê nemîne
li wir bimîne
da ku dilê xwe derxînim
xwîna xwe bi navê te vêxînim
û nameyên evînê li ber lingên tirsa te raxînim
…
dilê min veke û xwe tê de bibîne
ruhê min veke û ji min bistîne
helbesta min jî veke
û li goristanên vê Rojavayê bigerîne…”
Û tuyê her di dilê Rojavayê dil de bimînî hevalo
Tuyê her di dilê helbesta kurdî de bijî heta bi hetayê
Şîrove