Nirxandinek li ser Generalê Bêrûtbe

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Civata Xwendinê

Îlyas Tunç    

Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Ez dibijim derdê nivîskar, ku gûhertina mirov û civakê bînê pêşberî xwendekara.

Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole.

Ev berhem li ser rêwîtiya Besrî û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban.

Besrî bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin.

Ji bo Besrî cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Li mixabin, nivîskar ev rewş rasterast rave kiriye, li şûna ku metafor û hevokên edebî bi kar bîne.

Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne.

Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike.

Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên karakteran xwezayî ne; mirov hest dike ku ew rast ji nav civakê hatine. Herwiha atmosfera romanê bi detayên biçûk tê avakirin: mitbex, mezel, çay, malên gundî, dengê zarokan… Ev hemû realismê xurt dikê.

Ew şertên siyasî bi awayekî rasterast nayê propagandakirin; belkî wan di nav jiyana karakteran de nîşan dide. Di rûpela 22-23 an de “Besrî germ bûbû, çîrok li ser çîrokê digot:… heval hatin gund…”behsa hevala û leşkerên ku gundê wan wêrankiriye dikê.

Lodî di romanê de li şûna ku qehremane kî biafirînê, mirovan wek kesên şikestî, bêdeng û di nav nakokiyên hundirîn de nîşan dide.( Min wê demê novella Mûrathan Mûngan “Çador” û a Jamaica Kincaid “Lucy” jî xwend; di herdûya de jî karakter bi heman rengî hatibû nîşandan, lê ev her du pirtûk ji hêla şêwazê ve bêtir edebî bûn. )

Karekterê Besrî di romanê de yek ji wan kesayetiyan e ku ne tenê karakterekî xerab an çê ye; Besrî kesek e ku şertên civakî û siyasî wî di nav nakokiyek ruhanî de hiştiye. Carinan ew wekî mirovekî bêhêvî xuya dike, lê carinan jî di hundirê wî de hestek ji dilsoziyê maye. Nivîskar, Besrî bi awayekî realist ava kiriye. Besrî ne bi tevahî têkçûyî ye û ne jî bi tevahî serkeftî ye. Ew karakterekî realîst e ku qelsiyên xwezaya mirovan temsîl dike. Mirovên bajar kesên ku ji kokên xwe qut bûne tê nîşankirin. Ew bi hesreta gund û jiyana berê dijî, lê şertên bajêr wî diguherînin. Ji ber vê yekê xwendevan dikare bi Besrî re hestyarî kê ava bike. Besrî wekî nîşaneya mirovekî ku di nav şertên dijwar de hîn jî hewl dide xwe biparêze xûyadikê.

Berhem bi şêweyê vegotinê hatiye nivîsîndin. Ew bi sohbetên di navbera karakteran de dewlemend bûye. Derbarê cih û rewşan de xwendevan dikare bi hêsanî cihên ku di romanê de behsa wan tê kirin û di hişê xwe de xêz bike. Wêneyên gund û bajar bi awayekî zindî hatine ziman. Nivîskar trajedîya mirovan ne bi axaftinên mezin, lê bi detayên biçûk û gotûbêjên sade nîşanî xwendewana kiriye.

*Ji ber kurtahiya romanê/67 rûpel, hinek karakter carinan zêde wek sembol xuya dikin, ne wek kesayetiyên piralî ( Yilmaz Xoce, Neco, Ekro, Xêro); hin bûyer bi lez derbas dibê û xwendekar dixwaze ku hin parçeyên çîrokê kûrtir werin pêşxistin. 

*Jinên di romanê de gelek caran bi malbatê hatine giridan. Ew hem şertên kevneşopî diparêzin hem jî di bin zexta civakî de dijîn.( Siadetê, xaltîk, dayik, hevjin)

* Di hin beşan de gotûbêj dirêj dibin bê ku çalakiyek nû bide çîrokê. Li cîhna jî nivîskar rasterast şertan dibêje, li şûna ku wan bi aksiyon û wêneyan nîşan bide.

-Karaktera Xalê Turan bi hevoka:“Min pir dixwest hûn îşev bibînin li ba me…”40

Hestekî germ û malbatî diafirîne. Di gotinên wî de mirov dikare xemgîniya kesekî bibîne ku dixwaze girêdana malbatî biparêze, lê şert û merc nahêlin.

- Beşa ku ew diçên mala xaltiyê Stêrk, atmosfer bi awayekî sinematografîk tê dayîn:

“Ji ber ku mitbexê re çûbûn mezela mezin.” Ev detayên biçûk şertên jiyana belengaz nîşan didin. “Mitbex”, “mezel”, “zarok”, hemû wan tiştên rojane ne, lê nivîskar wan dike serişteya dramatîk. Ji hêla realistîk ve ev rûpel gelek xurt e. 40

-Karakter Xefur (zava) “Ma ez çawa bikim bi vî halî ve ez diçim bi terektorê cot dikim?” 40

Li vir şertên ekonomîk û bêçarîya gundî bi awayekî zelal têne nîşandan. “Terektor” tenê amûrekî cotkariyê nîne; ew sembola barê jiyanê ye. Xefur di navbera nexweşiyê, feqîriyê û berpirsiyariyê de maye.

Hevoka zava dawî: “Dîsa wisa jî şikir ji Xwedê re.”40

Ev di çanda kurdî de gelek girîng e. Her çend şert dijwar bin, karakter hê jî li benda hêviyê ne. Şikirkirin li vir ne nîşana razîbûnê ye, lê nîşana berxwedanê ye.

Ev berhemeke hêja ye. Ew bi zimanê xwe yê hêsan, karakterên xwe yên çê û xerap; mijarên xwe yên girîng, xwendevana kêfxweş dike. Ew nîşandana beşek ji jiyan û çanda kurda ye. Ji bo kesên ku bixwazin li ser hestên mirovî, malbat, gund û guhertina demê binirxînên ev roman hêjaye xwendinêye.

“…tehnên hevjina xwe bê çare ma…”7

“ Êdî gund ne weke berê ne, hema bêje wek bajaran lê hatiye, heroj maşîne tê.”18

“ Berê min nîyet bû ez ji bo doza welatê xwe herim sere çîyê bibim generalekî bêrûtbe; lê vêga min evê navrana xwe kiriye general! Ma ez mirov im!”73

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove