Lewazên Bajar

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Veysî Ulgen

Bi lingê kûl ber bi çepera taxê ve direviya. Demek wisa bi sere xwe çû. Lê ji êşa laşê xwe nişkava sekiniya . Xuya ye ku êdî nikare di gav bavêje.

Dîsa xuya ye di wê pevçûna dijwar de gelek birîn girtiye. Ji penc, diran û neynokê pisîkê taxê bêkeys bûye. Yek wê bêkeys gez kiriye. Yek stuyê wê penc kiriye. Nejimarti ye bi çen psikê wek xwe re lihev xistiye. 

Bi êşa laşê xwe difikire ku ev pevçûn çi hewce kiriye ku encamê da ewqas birin girtiye.  Jixwe ji ber birîna êdî nikare di ling bavêje. Xwe kaş dike dide ber qirna  dar a benavê. Bêhna xwe vedide. Laşe wê hê jan dide.

Wê gavê mire mirê psîkek din gohê wê dixe. Bala xwe didê ku li wî alî darê noxe kî zer xwe dirêj kiriye. Xweşa wê naçe. Ji ber ku cardin nikare bi kesî din re li hev xe. Diwaze ji wê derê here. Lê ji êşa laşê wê nikare bimeşe. Xuya ye evê li vir demek bimîne. Êdî lingê wî kîngê baş bibe nizane. 

Noxeyê zer serê xwe radike wisa lê dinêre.

“ Çi bu xwarzê , nola ku te dijwarî lêdane.”

“ Erê em pisîkê vê sîte ya mezin ketin hev. Me bi dijwarî li hev xist. Me hevdu bêkeys kir.” 

“ Way dilê te rehet kirine. Te têr kutane.”

“ Gelek pisîk em bihev ketin. Ne tenê ez, gelek birîndar hene.” 

“ We dîsa çi par nekir ? Çima we ewqas hevdu tehl kir?”

“ Em ketin pêşbirkê!”

“ Pêşbirka çi ?”

“ Qata heşta xanima malê  li serşoyê cirdo kî qerase dîtiye. Çi kiriye nekiriye cirdo neqefaltiye. Li mala xwe nikare rakeve. Ditirse cirdo bi şev gohê wê bixwe. ”

“ Serê wê belayê daye.”

“ Gotiye ku ezê ji bo van cirdoya pisîk bihewînim. İncarê psikî şervan digere ku ji cirdo teqez bifilite.”

“ Ji bo bikevin çavê xanima malê û ji alê wê werin hilbijartin we li hev xist.”

“ Erê, vê demê de ki naxwaze bibe  psîkê malê! Cihê te germ e. Ked li ber te ye. Av li ber te ye. Nexweş bikebî te dibin beytar. Rojê te xweş derbas dibe.”

“ Erê jiyana nav malê xweş e. Ez jî psikê kedî didexisim. Gava çeberî wan didim bê hemdî êrîş dikim. Li wan dixim. Pir jî zexelin.”

“Erê psikê kedî pir zexelin. Nêçirvanî ji bîr kirine. Wek psikê çolê jêhatî nînin. Nikarin mişk an jî lewir kî din bigirin.”

“Hûn jî ber derê mala, nav baxça, li kuçeya  hînî loq a bûne. İncarê hûn karin bi cirdo  re herin serî! Doh min we mêze kir. Yek jinik ji we re xwarina amedekirî divêjin mama anî da ber we. We semedî xwarine lotika davêt. We hevdû tehn dida. Jixwe ev hemî malbat we hînî xwarinê kirine. Heta êvarê serê we ji çop û zilik a dernakeve. Hûn hînî loq a bûne. Hûn çi ne û neçirvaniya cirdo çi ye ? Bi min hûn nikarin mişkê qels jî bigirin.”

“ Qey tu ji mişka têr dib? Tu jî wek me bi xwarinê ji ber mala ma ne têr dibî.”

Noxe dengê xwe nake. “

“Lê ez difikirim dîsa jî  em psikê kuç a ne. Wek evê kedî neçirvanî  ji bîr nekiriye.”

“ Ne bawerim. Em jî wek psikê  malbatê lewazin. Em jî hemî dû xwarina belaşin. Em jî êdî dişibin wek mirovê lewaz. Li vî saziya hember binêre. Ez her roj mêze dikim. Nîvî wan naxebitin. Heta nîvro radikevin. Ji tişkî re nabin.”

“Divêjî em pişo yê lewaz , ka me keda çi daye ku incarê cirdo biqefêlin. Lê ji bo rehetiyê em mecburin ku dû cirdo yê bajar bikevin.” 

“ We ji belesev lihev xistiye. Hemî birîndar ketine. Ji xwe yê xwe ra jî nabin. Gelo haya jinikê ji ev pêşbirka we ya bi kutan heye?”

“ Gava me li hev xist ew mêze dikir. Serî de xwarina amede anî ber me . Em zanin li pisîk digere . Kê jêhatîbe  evê hilbijêre.”

“ Hûn pisîk ber bayê wê ketin. Ne bawerim we hilbijêre.”

Wê gavê bala wê dikeve ew jinika kin û qels wan mêze dike. Wisa zûk maye li noxe dinêre. Xuya ye girseyîya noxe ecibandiye. Dirêj dike û wê helmês dike. Fam dike ku xanima malê ji bo cirdo ya malê vê noxe yê hilbijartiye. Jinik noxe dibe, ew li qirna darê bi birinê xwe va dimîne. 

Çen roj şûn de kêleka baxçeya sîteyê rastî noxe tê. 

“Çi bû, tu û li van dera?”

“Qe gilî meke xwarzê.  Xanima malê berî min da.”

“Çima? “

“Zanî, min ji bo girtina cirdo biribû. Lê ez bi wê cirdoyê bênamus re neçûm serî. Kir nekir wê neqefalt. Xanima malê jî  berî min da. ”

“Te jî gotibû. Em pisîkê bajar hînî loq a bûne. Hînî mama ya bûne. Lewaziya mirova ser me rûniştiye. Em kî ne ku nêçirvaniya cirdo bikin!“

“Evê hê cirdoyê bajar pir bibin bela serê mirova.”

“Ew jî pirsgireka wan e. Tu here qirna darê vezele.”

“Na , ez ê çi bikim nekim lewaziyê bajar ji ser xwe bavêjim.”

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove