Bêrîvan Kayî
-Li ser berhema Mehmet Çalîşcî ya bi navê ‘Ne Şîn e Belkî Hinekî Gewr’ê-
Dema mirov bala xwe dide berhema Mehmet Çalîşcî bi rastî jî ji xelatgirên Arjên Arî hinekî cuda xuya dike. Bi taybetî ligel hin rêzikên bi gotinên olî û ayetên heyî; min bêhna tesavvufê jî ji helbestên wî kir.
Lêgerîneke wî heye ketiye ser rê û hema bêjin bi her gotin û rêzikê qala vê rêya xwe ji me re dike.
Bi kurmanciya xwe ya têra xwe dewlemend ferhengeke ber fireh datîne pêşiya me. Hinekî bêhna dewlemendiya Kawa Nemir a ku gelek xwendekar dibêjin zimanê wî giran e, jî ji rêzikên wî tê.
Mehmet Çalişcî bi dewlemendiya (çima dibêjim dewlemendî; ji ber ku asimilasyonê li Bakûr haveynê ziman nehiştiye) kurmanciya xwe dike ku mirov gelek peyvên ji bîr kirî an jî nizanî, hîn dibe.
Yek ji aliyê berhema wî jî ew e ku di rêzikên gelek helbestan de dê û bav derkeve pêş. Jixwe ew bi xwe jî bavê du zarokan e û berhema xwe jî diyarî herdû zarokên xwe kirine. Mirov pêjna jinan an jî evîna di navbera du kesî de zêde ji helbestên wî nake. Lê bêguman wek gelek berhemên di wêjeya kurdî de ew jî jinan wek obje-nesne dibîne. Bi taybetî di van rêzikên wî yê
“Jin hinek şevan hîle ne
Hinek şevan gulle
Li ser singên newêrek” de.
Yek ji jina din jî dayika wî ya ku carinan wek “dixwazim dêya min bibe Xwedawenda Kewên Gozel” carinan jî dibe ya ku ‘şîretê bike jî, ji heft bavan ve kurmanc e.”
Bi kurt û kurmancî Mehmet Çalişcî bi ‘Ne şîn e Belkî Hinekî Gewr’ bi ferheng, naverok û kûrahiya xwe qirşê xwe li ber tenûra wêjeya kurdî datîne. Wek hemû xelatgirên xelata Arjen Arî Mehmet Çalişcî pêngaveke jixwebawer avêt sifreya helbesta kurmancî. Bila rêya wî vekirî be.
Şîrove