Bêguman ev sernav di gelek mijaran de derbasdar e. Karekter dibe baş an xerab lê divê hebe. Eger tu bixwazî di tiştekî de serbikeve divê karektera te li gorî wê be. Ji ber wê bi awayekî klasîk ji kesên serkeftî re dibêjin, filankes kesekî bi karakter e. Goethe vê yekê xweş şîrove dike; fikreke baş û karaktereke xurt dema dibe yek tiştên bêhempa derdikevin holê. Îcar ev yek tenê ne bo şexsan, ji bo sazî û dezgehan jî derbasdar e.
Amedspor di dîrokê ku wekî profesyonel di lîga Tirkiyê de dilîze careke tenê bû şampiyon û derket lîga jor. Ev jî texrîban 15 salan dom kir. Di hundirê ew qas salan de kî hat û kî çû xwedê dizane, ji rêvebiran bigirin heta rahêner û futbolîstan. Lê di Amedsporê de hişmendiya sazûmaniyê û karaktereke ku me behsa wê kir mixabin rûnenişt. Amedspor hema hema her sal bi armanca şampîyonbûnê derdiket rê û ji wê pê ve daxwazeke wê an jî bernameyeke din derneket pêş. Jixwe gelek ji serokên wê bazirganên Amedê bûn an Odeya Bazirganan bi hin derdoran diyar dikirin bê wê kî di rêvebiriya wê de cih bigire. Ji ber wê jî her sal yek hat û yek çû û bernameyeke bi rêk û pêk nebû.
Heta kesên dilxwaz, welatperwer û zanayên sporê nebin xwedî gotin wê halê Amedsporê her ev be. Bibe şampiyon jî mixabin wê tenê bibe şampiyon û hew. Lê Amedspor ji vê zêdetir e, kelehek e li Hewlêrê, azadiya Mahabadê li meydana Çarçira, evîn e li Qamişlo. Kesên dûrî vê hişmendiyê bin bila ji kerema xwe nêzî vê klubê jî nebin wekî rêvebir.
Heqê tu kesî tuneye bi hêvî û xeyalên netewekê bilîzin. Eger derdê we pere be ji xwe re bibin mutahîd xaniyan çekin û dewlemend bibin. Eger hûn dewlemend in lê derdê we statu be herin di siyasetê de cih bigirin, ji her kesî re pozisyonek heye. Lê vir nabe heyran!
Di maça dawî de dîsa Amedspor tiştê gelek caran dike careke din kir, dilê bi milyonan kurdan hişt û wan dilşikestî kir. Eger Amedspor xwedî karakterekê bûya vê dawiyê bi piştgiriya 40 hezar alîgirên xwe yên li stadê û bi milyonan yên li derveyî stadê wê maça xwe ne tenê bi skor, wê bi lîstikeke estetîk jî qezenç bikira. Lê duho careke din bi deqên dawî û bi zora xwe bi Umaraniyespora ku tu îddia ya wê tuneye 2-2 ma û bi zorê ji dest wan filitîn. Sê maçên wê mane û mixabin bi vê futbola dilîzin duyemînî ji kete xetereyê. Min bi xwe hîn maçek Amedsporê bi dilê xwe temaşe nekiriye. Îsal eger Amedspor heta vê dereceyê jî hatibe bila rabe û rûnê ji Mbaye Diagne re die bikin. Di maça dawiyê de gola xwe ya 27an avêt ku ew nebûya Amedspor anha encex di vê lîgê de di dora dehan wan de bûya.
Amedspor dewra yekemîn lîder xelas kir û di navberê de 9 futbolîstên nû transfer kir. Gelek ji yê hatin ji yê çûyî xerabtir derketin. Dema transfer dikin pîvan çi ye, kî dikare şîrove bike gelo? Ez ne şaş bim butçeya Amedsporê ya ji bo transfera futbolîstan kiriye ji ya hemû tîmên din zêdetir e.
Tîmek eger serkeftî be çima bi kakilê wê dilîze, ji xeynî çend kesên pirr hewce bin. Rahênerên Amedsporê mixabin ne xwediyê wê zanîn an ruhî ne ku Amedspor bo me çi ye an ne çi ye. Gelek futbolîstên transfer dikin jî wisa ne ji xeynî çend kesan.
Dema mijar dibe futbol her kesên rexne dikin dikarin bibin rahênerên herî baş yên dinyayê, an futbolîsteke kes di ser re tunebe.
Bêguman lîstik û temaşekirin du tiştên ji hev cuda ne, lê hin tişt hene pêkanîna wê jî wekî temaşekirina wê hêsan e. Amedspor li gorî gelek tîmên din yê vê lîgê lîstikek baş û bi koordîne nalîze, gogê di lingê xwe de nagire û hemleyên xwe ji dawî ve organize nake. Tîmeke ji jêr û ji lîgê dikeve jî tê li seheya Amedsporê pûanan digire. Gola duyemîn ya maça dawî ya Amedsporê xwar pir normal bû. Eger ji dêvla topê ji cihê xeter dûrbixe an bi kêlekê ve bilîze, biavêje hevalê xwe yê ortê û berê wî li te be wê futbolîstekî baş yê reqîp vê xetê efû neke. Li dinyayê kêm tîmên dinyayê di vê pozisyonê de dikarin bilîzin, mîna Barcelona, M. City û çend hebên din.
Kurt û kurmancî Amedspor divê vî navî heq bike, hezkirina vî gelî heq bike. Kurdên di siyasetê de têkçûn Amedsporê wekî nasnameya xwe, xeyalên xwe dibînin. Ji bo wê yê ji çar aliyên welêt û cîhanê hezkirineke ew qas mezin heye. Qet nebe ji îroj şûnde qiymetê vê yekê bizanibin. Ya karê xwe baş bikin ya jî cih bidin kesên dikarin vî karî baş bikin, di sporê de û di siyasetê de jî.
Şîrove