✒️ Veysî Ulgen
Vê tîrmehê meriv ji bajar bireve çêtirbe. Lê rev destê kî dikeve. Roj seranser xebat e, gengeşi ye, alozi ye, kûl û derd e. Li ser van a serêş zêdêkiriye ku derdê wê qed nay kişandin. Çi kiriye jê re çare nediye.
Çend roj derbas bûye êş ji germê yekcarê zêde kiriye. Wisa êş li serî dixe ku nizane çi bike.
Lê serêş incarê dibe mehna revê û wî ber bi çiya ve bi rê dixe. Biguman dermanê serêş a bajar li bejahiyê veşartî be. Bihêvi ye ku li bejahiyê serêş kêm bibe. Dîsa giraniya barê li ser wî sivik bibe. Pişta wî piçek rast bibe. Her tiştî çêtir hesreta xewa şevê bidawî be û hînkayî da têr rabikeve.
Şemî dibe, hê qêla nîvro deştê nexistiye, berê xwe dide bejahiyê . Xûya ye li bejahiyê bihar çû ye, havîna qêle qijikê li deştê xistiye.
Di seet şûn da digihîje gom a kalê xwe. Li palên çiya jî rewş wek deştê ye. Giya yê zer kes neçiniye ku li ser çokê ye. Giya ne tenê giyaye. Meriv ji gûrnika navê da nikare di pê bavêje.
Gazinê pêrar cihê xwe dîtiye ku vê biharê baran dilê xwe axê da rehet kiriye. Par û pêrar dilopek baran li erdê şil nekiribû. Ax ji tîna wek ji hev qelişî bû. Vê havînê ji giya axê dîl girtiye. Ji ber ku baran zêde zêde bariye. Li giyayê zer dinêre û gazinê xwe dike
‘ Me go bibarê lê me ne go ser me da birije‘
Pêşî alî baxçê şaxa ve diçe. Pelên dara ser guliya wek peritîne. Xûya ye teyrok li şaxa bi dijwarî xistiye, wek baranê dilê xwe di şaxa da rehet kiriye.
Mixabin fêkiyê biharê qed nehiştiye. Ji bo derman hevik arung an fêkiyê din tine ye. Darên tu ya ji baran û teyrokê rût bûne. Maye fêkiyê payizê ku ji germê neşewitin. Wisa be î sal fêkî tineye. Ji bo meriva kêmasî nebe jî, ji bo xwezayiyê, ji bo lewiran, ji bo çukan ev rewş bixwe xizaniye.
Jixwe ji baxçê şaxa hêvî biriye. Zevi jî ji giya û gurnîka zer dike. Şirîk giya neçiniye, zevî jî av nedaye. Lemên firingiya hişk bûne. Xûya ye şirîk jî hêviya xwe biriye û li zevî xwedî derneketiye.
Li giyayê zer bi hêrs dinêre bîhna wî teng dibe. Ji ber ku ev giyayê zer ji bo agir xetere ye. Ger pêkeve bejahî bişewite bibe çol.
Lê çavê wî li rojava çemê şîn dikeve bîhna wî fireh dibe . Î sal ava çem gor a salên çûyî gelek zêde ye. Kare tê da avjenî jî bike.
Lê xûya ye mirov hov bûne bi ava çem ketine. Bi teknolojiyê avê kişandine mala. Dîsa xûya ye ava zêde kişandine . Av cardin berî newalê teht dikin ku agir dibare, av ser tehta mij dibe , nagihîje çem. Bi deng gazina dike,
“Mala we xera nebe . Ev çi hovitiye. Ka hûn ava zêde çi dikin ?”
“Mirov çavbirçîne bira . Ti car têr nabin. Weca wan ava çem ji ziwa dike.”
Ev deng ji kuderê hatiye. Derdora xwe dinêre kes tineye.
‘Qey tav li serê min xist, ez li vê qêleyê ketim şevreşk a rojê!’
“ Xweza dixwaze were ser xwe. Lê mirovên hov nahêlin bira!”
Ev deng wî şiyar dike. Ji xwe re divêje ‘welle yek li vir heye’
“ Tu kî yî derkeve holê!”
Giyayê zer dileqe. Xwîşiniya giya li gohê wî dikeve. Gelo ev xwîşînî çi ye ? Dike bîra xwe ev xwîşînî ya lewirên sivikin. Darê xwe rast dike. Ji bo hatiye gund şalwar li xwe kiriye ku mar lingê wî bi hêsan gez neke.
Dem derbas dibe ku ev lewirê giya dileqîne bixwe kusiye. Laşê wî nerm dibe. Bîhna wî derdikeve.
“ Hê darê te wisa rep e qey tu yê li min xî!”
Difikire ku qusî biaxive dawiya wî hatiye.
“ Mafdarî em mirov lêxistinê baş zanin. Darê me herdem destê me da rep e û ber dawşandinê ye !”
“Ez yek kusî me. Ji bo we mirovan tiştek nînim. Lê ji bo xweza pir tiştek im. Ez bingeh a xwezayiyê me. Hûn nizanin ku ez ji bo xweza çawa bikêrim? Ger qira me were jiyana xwezayî serûbin be. Werin ser hişê xwe. Qaşî ava me nebin. Qaşî ked a me nebin. Qaşî dar û barê me nebin. Qaşî kusî û lewir an nebin. ”
Çavê xwe li binê siya benavê vedike. Şirîk û çen kes li ber serê wî ne
“ Way çavê xwe vekir!” divêje şirîk
Fahm kiriye ku ji qêla tîrmehê vê çol a zer di xwe da çî ye wek xerikiye.
“ Kusî kanê”
“ Min bi bêrê avêt newalê!”
“ Te mala me xerakir!”
Şirîk dikene.
“ Tav serê te xistiye. Şevreşik da yî. Heş serê te nemaye. Dia bike kusî bû, mar viya niha te fecir kiribû, min jî te xelas nedikir!”
“ Em jixwe bi fêlê xwe zû da fecir bû ne şirîk. Dawiya me xizaniye!”
Şîrove