Gurê Manco û Jinên Din

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Miqedes Akin

Miqedes Akin

Gurê Manco û Jinên Din

Sadiq Ûskan bi romana xwe ya ewil Şampazê bêtir hat nasîn; min bi xwe jî gelekî ji wê romanê hez kiribû û li ser kanala Çil Filmê suhbetek li gel Bîlal Korkutê pirtûkhez kiribû. Şampaz ketibû dilê wî de jî û loma xwestibû em wê bi xwîneran bidin nasîn. Pê hesîya bûm ku nivîskar bi salan e li ser romaneka tirsê dixebite û min rêpana vê berhemê taa ji Spanyayê dikir. Bû qismet û li fuara Amedê min romana wî Gurê Manco ya ku ji Weşanxaneya Wardozê çap bûye stend û min vê berhema stûr a ku 435 rûpelên temam in xwend. Ku pirtûkek xelas bû û mirov dil neke jê biqete, wê ji dest xwe berde ya jî bibe têxe refikê, ew pirtûkeka qedirbilind e, yeka baş e, xwîner dê muheqeq bixwaze behsa wê li deverekê bike.

Hêmaya jinê di vê romanê de

Nivîskar gelekî qala jinên berê yên li gundan dike.Yên gelek berê ne çimkî dîmenên xuya dikin yên 40-50 sal berî niha ne. Romaneke têra xwe nostaljîk e; bi fotoyên ku bi peyvan dikişîne û detayên alavan xwîner pir rihet bêhna dîrokê dike. Behsa jiyana li gundên berîya Mêrdînê dike. Zarokatîya meriv ya ku di şevên zivistanî yên dirêj û tijje tirs û xof dixe bîra meriv. Rêwîtîya ber bi Licê ve jî meriv têr li bajarê Amedê digerîne û rismê welat yê wan çaxan li ber meriv datîne. Detay, bêhn û dengê cih û alavan muhîm in bo nivîskarî. Hevok zindî dibin, li ber çavên xwîneran tên raxistin. Di vê berhema wiha kevnare û zindî de qerekterên jin her tim li ber çavan in; ew jin bi xwe, berê gundîyan, bi wê de dikin, zikê wan ya têr dikin yan jî wan birçî dihêlin, ji nêza bikevin jî ji wan re ne xem e. Yên baz didin ser mêran ew bi xwe ne; ga bi sixêfan ga bi kulman xwe ji mêrên xêrnexwaz diparêzin. Her çiqasî nivîskar bi xwe mêr e jî, ez wî zahf nêzîkî dinyaya jinan dibînim; liv û tevgera wan, henek û sixêfên wan edetî bi qelemê jinekê nivîsîye bêyî ku wezîfeyên wekî din li stûyê wan siwar bike. Ev jin hem gerdûnî ne hem jî hur Kurd in. Her yek alemek e, kesayetek cuda ye; di romanên ku bi Kurdî hatine nivîsîn de ku mesele dibe behsa jinan, qelsî ev e; ya mexdûrîyet û belengazîya wan ya jî qehremanî û wêrekbûna wan li pêş e. Jinên Kurd in, dayik in, dilovan in û gelekî diêşin, li ber her tiştî dikevin. Îja li alîyê din jina wêrek, aktîvîst; carinan modern û marjînal heye. Em derin tên behsa van jinan dikin di berhemên xwe de; lê jinên xeberok, zexel, har û yên normal kêm caran xuya dikin di romanên heta niha min xwendî de. Sadiq Ûskanî ev kêmasî temam kirîye. Li ser meselê pêşenga civakê, qerektera sereke Kesûma ne mukemel e, 'qisûrên wê' jî hene wekî yên me tevan. Erê dişibe pîrên me lê yekta ye, em dibin heyranê wê.

Wekî din, hema bêje temamê qerekterên di romana wî de şîrîn in, sempatîk in, sebra meriv li wan tê çimkî 'ji me ne' û nêzîkî me ne. Qisûrên hinekan gelek in, cardin jî xwîner ji wan ne aciz e. Bi min derdê nivîskarî ev e ku bêje 'ji xwe û ji cihê xwe hez bike her çiqasî herdû jî ne mukemel bin'. Behsa xwebûnê bi nermikkî û rengekî fesîh dike, bê slogan. Nabêje ’xwebûn` lê ji hevoka ewil heta ya dawî behsa ´wê’ dike bi şiklekî. Ev afirînerî helbestvanên Romantîk ê îngîlîz Wordsworth tine bîra meriv. Ev helbestvan ji pêşketina sanayîyê aciz e, bi mirina wî ye bajarîbûna gundîyan, lê di helbestên xwe de behsa sanayî û febrîqeyan nake, bajar di rêzikên helbestên wî de nexuyane; ev peyv ne li wir in, lê sebeba hebûna hunera wî ne. Bikarneanîna hinek peyvan elbet bi zanebûn e di romana Sadik Ûskanî de çimkî mesela gundîbûn, li gundê xwe bûn û xwebûnê di her devera nivîsê de eyan e, ev jî tarzeka gotinê û nivîsînê ye û ne ya herî rihet e.

Min digot jinên di Gurê Manco de hem dişibin hev hem jî ji hevdû cuda ne. Ji me re qala ‘jinên din’ jî dike nivîskar.

Em binêrin bê ka çilo ne ev jinên din di berhema wî de:

Yek ji van jinan Kesûma ye. Jineke navsere û fama ye. Kofîya dêrikkî girêdayî li sera û cixare li desta ye. Bi eslê xwe ermenî ye (eslê wê xera kirine), navê wê berî bê guhertin Mayda bûye, Nofa bûye, Maya bûye. Ew ji gundîyên xwe re rêbertîyê dike, rê pêş wan dike; rojekê dide pêşîya hinek gundîyan û wan dibe di Licê re derdixe, yeka bi xwe bawer e û şîretan li wan dike her tim. Nivîskar wiha behsa vî alîyê wê dike; “Gotinên wê wekî destpêkên stranan bûn, mirov radikir ser tapan.”

 Kesûma birînan dikewîne, nexweşan rihet dike. Li ser meselê; “guhê jêkirî yê birîndarekî pev didirû” û “birîna yekî pak û delal dişo û pîşoyê ku hazir kiribû dide ser ku baş bibe.” Car heye xwarina hey êlekî ew çê dike. Jiyaneka wê ya zehmet heye, lê ew ne belengaz û stûxwar e; têra xwe heye. Bi Hadî yê êzidî re direve, terka lawê xwe Miradî dike, ku keysê lê bîne şerabê vedixwe û ji Pîpoyî re qala derd û xweşîyên dinyayê dike.

 Di beşên ewil de bûyerek ecêb diqewime. Ecêb e lewra jinên qirşîvan nêçîrvanê jixwerazî Elo Babo perîşan dikin heta ku naletê li xwe û sed bavê zilamtîya xwe bîne û bibe bi qurbana quzan’. Ev bûyer pîvana wêrekîya nivîskarî ye; zorê dide aqilê xwe, qelema xwe û sebra xwîneran.

 Jineka din Etîya ye ; yeka bêtore ye, laçikê ji serî divirvirîne, ji malê baz dide û dere şikefta Kirîvoyî, li wir dilê xwe li hev rihet dikin. Nola dêlikekê ye ev jin, ewqasî sivik yanî. Ecêb e di spanî de jî bona jinên wiha dibêjin ‘es como una perra’ (mîna dêlikekê ye). Jê re dibêjin ‘Nîyerê’ hingî har e. Li zarokan dixe Etîya, ne dîn e ne jî biaqil e. Xelk hîvza xwe jê dike; ga jê ditirsin ga ji ber wê fedî dikin. Ji ber ku yeka kovî ye, heywan hînî bêhna wê dibin û jê natirsin, lê mirov jê ditirsin.

 Xoxê xeberok û xeydok e, gelkî hestîyar û malbatperwer e. Ne yeka wêrek e, ku teşqeleyek derkeve xwe dixe pişt Kesûmayê; bedena wê ne zêde saxlem e, bi erebê dikeve. Bi eks e, dikin û nakin ew dev ji ‘dîkê elo’ bernade û talî wî bi saxî digihîne cem pisxalê xwe. Bawerîyên wê yên kevneşopî hene, dibêje: ”dewarên min çavînî bûn.”

 Şemsa zimanzêde ye, her galegalê li her deverê dikare bêje. Dere û tê behsa tiştik miştikên ku jin û mêr bi hev dikin dike. Pêsîrên xwe mexsûs li ba dike. Guhê wê her li ser dawet û xwazgînîya ye. Malê dinê pê şêrîn e, pir li ber dewarên xwe dikeve. Bi xax e, bûyeran natepisîne; dike haho, hewar û gazî, hevalên xwe nasitirîne. Serêşî ye, ev qerekter.

 Efsûn xwişka Etîyayê ye, hûn bala xwe bidinê hela, çi eleqeya wan bi hev heye ka! Ev yeka bêdeng û henûn e, gelkî bedew e. Qural û qaîdeyên gundan baş nas dike, û li gora dilê civakê tevdigere. Hingî bedew û sernerm e xeyala temamê pîrekên navsere yeka eynî wiha ye ku bibe bûka wan.

 Ji bo nirxandina xwe bi dawî bikim, dikarim bêjim ku hevokên wiha “destê wî mîna destên jinan bû, daîm bi liv û xebat bû. Wî destî nedikarî rawestîya” yan jîMirad ne jin bû ku meselê derhal fêm bike didin xuya kirin ku nivîskar dixwaze sempatîyekê bo jinan çêbike. Romaneke jinane ye ev roman, asta xwe ya edebî bilind e, dinyayê dike ciheke bedewtir, gerek teqez bê xwendin ev berhem û belkî bo zimanên biyanî bê wergerîn, çimkî gurê manco cinawirê me yî netewî ye, navê wî yekcar nemir bû bi saya romana nivîskarê me yê ji dilê Tilermenê, ji orta Qezê Sadiq Ûskanî.

 

 

 

 

 

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove