Bazirganê Xeyalan a Yildiz Çakarê

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Civata Xwendinê

Miqedes Akin

Min bi sebreka nedîtî -eynî mîna ya qerektera bi navê Koçê- ev roman xetim kir. Ducare nakim vê berhemê, çimayên min li jêr in:

Bi Kurdîyeke zêde sivik hatiye nivîsîn, peyvên kêmnas yan jî yên ku nivîskarê pê lîstine, li hev anîne pir kêm in; hinek nimûne ev in: birakose, Hîvşar, Stêrkşar hwd.

Hevokên gelekî kurt bikar anîne û ew dane ser hev. Meriv dibêje qey gerek bi lez bê xwendin ev tekst, ji bo romaneka 273 rûpelî ev awa çiqasî bi keys e nizanim. Belkî jî nivîskarê bi qastî rîtim şibandibe lez û beza kebanîyan, yan navmalîyan; ez vê jî nizanim.

Ev berhem ji aliyê fikrî ve qels e; xwîner ku Kurd be û li Kurdistanê jiya be dikare dîyalogan ‘xwe bi xwe’ temam bike. Bi min ev gerek ne mimkun be, ma xwîner tev nivîskar in? Elbet, na.

Dema ku jin xebatekê li ser jinan dikin avantajeke wan heye ku ev yek avantajeke civakî ye û mirov dikare bibêje ji derveyî kesayeta wan ev avantaj girêdayî jinbûna wan e. Jinek ji ber ku nêzîkê jinan e, nav civaka wan da ye, bi wan re dide û distîne, xwedî avantajekî ye. Îcar nivîskareke bi vî rengî ku avantajeke wê ya jinbûnê heye, û çavdêrî ji nêzîk ve kirine; li ser meselê di rpl.266an de wexta dayika zarokan, Koçê şîşikan çêdike dibêje ”Yek kêm yek zêde, dudu kêm dudu zêde” ev hevokeke hur jinane ye.

Car din gava di rpl. 187an de dibêje ‘ …ka min hêlîna kîjan çivîkê xera kiribû te van êşana yek li ser yekî da min.’   yan jî gava qala rewşa karê mêrê xwe dike, dibêje: “Ne sax dike ne dikuje, hema derbas dike.” Em dibînin ku nivîskar ji civaka xwe, ji dîtin û gotinên wan sûd wergirtîye her çiqasî ew têra estetîka ziman û gotina edebî ya wê bi xwe nekin jî tahmekê didin dîyalogan.

Ku vegerim beşên ewil, dibînim ku di rpl. 61an de Badê dipirse: “Dayê! Bavo çima navê te nabêje?” Ev pirs têkilîyên li hinek quncikên welêt yên jin û mêran tîne bîra xwîneran. Nav li jinan tune ye adetî, çimkî ew kêm caran bi temamî û bi navê xwe yê esil hene; pîreka filankeso û diya bêvankeso ne; ku ji wan re li hev hatibe û hezkirîyek wan hebe vêga, kewa gozel in, canê, rihan û toprihanê ne. Mesela ku navên jinan li wan nayê kirin û nayê gotin elbet ne tesaduf e. Ev hevoka ku Yildiz xanim tercîh kirîye û li ber xwîneran danîye dawîya romanê dixe bîra meriv. Di dawîya romanê de ya ku diqewime hinekî ev e: jinên ku sebra Xwedê dikişînin, ew ên bi xîret û bênav talî şûna xencera kalo bi xwendin û zanînê(dîpleme) dadigirin, li kêleka rismê Şoreşgerê Koçê, zanîn û hêza jinên wê malê bi dîwêr ve daleqandî ye êdî. Berhemên wiha, qaweta edebîyatê ya xweşker heta karî dixe xizmeta cîhanê, derdê ya ku ev berhem nivîsîye ew e ku cîhan bibe devereke adîltir û bedewtir.

Ji serî heta dawî nivîskar alîgira jinan e; jinek çi ye ji bo derman ne xerab e (potansîyela xerabîyê bi xesûya Koçê, dayê Çûçê re heye, lê talî ew jî li rastîyê hayil dibe, û li cem wan dimine, wan dike bin baskên xwe de, yanî meqsed ne yeka ewqasî xerab e. Jin tev, bi şiklekî, temam in, qisûr ji wan re nîn e. Di berhemeka wiha ku behsa civakê dike ev yekalîbûn kêmasîyek e, qerekterên normal hêza xwe tune ne; wekî xwîner min çavên xwe li yeka dînoke digerand, lê çi fêde yeka wiha nebû. Belkî jî ev nebûn hişt ku ev berhem li ber min bibe karek ji karên rûtin ku her roj pê dadikevim. Hestên min li bin guhê hev nexist, guherîn di min de çê nekir; û nekir ku li ser hevokekê bi rojan-mehan bifikirim.

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove