Xwepêşandana Kobaniyê di maça City û Galatasarayê de

Dîroka Weşanê: Google News
Xwepêşandana Kobaniyê di maça City û Galatasarayê de

Di maça Manchester City û Galatasaray de sê kes ketin qadê û ala Herêma Kurdistana Iraqê nîşan dan.

AMÎDA KURDÎ - Di hefteya 8emîn a Lîga Şampiyonan de, Galatasaray duh êvarê li Îngilîstanê bi Manchester City re lîst. Di deqeya 51emîn a maçê de, sê alîgir ketin qadê û ala Herêma Kurdistana Iraqê nîşan dan da ku êrîşên li Kobaniyê pêk tên protesto bikin.

Hakemî navber da maçê

Piştî ku sê alîgiran ala Kurdistanê nîşan dan, hakemê Spanyayî navber da lîstikê. Piştî navberdayînê, hêzên ewlehiyê ketin qadê û xwepêşander derxistin. Bi derxistina xwepêşanderan maç ji nû ve dest pê kir. Bûyer di demeke kin de bû mijarek trend li ser medyaya civakî. Li gor şîroveyan armanca xwepêşandanê ji bo balkişandina êrîşên li Kobaniyê bû.

Piştî xwepêşandanê maç domiya û Manchester Cityê, Galatasaray bi 2-0 têk bir.

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove