AMÎDA KURDÎ - Wezîrê Dadê Akin Gurlek di bernameyeke televîzyonê de derbarê pêvajoya çareseriyê de nirxandinek kir. Gurlekî bal kişand ser rapora pêvajoyê û diyar kir ku ji bo ku rêziknameyên yasayî yên hatine xwestin werin bicîhanîn, divê were destnîşankirin ku rêxistinê çekên xwe deyne û lê zêde kir, "Mafê hêviyê di vê pakêtê de tune ye."

'Ne efûya şexsî û ne jî ya giştî heye'
Gurlekî diyar kir ku bidawîanîna pirsgirêkê, ku ji 40 salan zêdetir e didome, daxwazek hevpar a her kesî ye û got:
"Tirkiye êdî li herêmê modelek e. Li Parlamentoyê komîsyonek hatiye damezrandin. Ez spasiya hemî serokên partiyên siyasî yên ku beşdarî komîsyonê bûne dikim. Ew pir xebitîn û wan raporek pir baş pêşkêş kirin. Bê guman rêziknameyên qanûnî dê werin avêtin.’’

'Mafê hêviyê di pakêtê de tune ye'
Gurlekî nîqaşên li ser "mafê hêviyê" zelal kir û diyar kir ku di rapora komîsyonê de rêziknameyeke wisa tune ye. "Min rapor xwend, min li wir mafê hêviyê nedît. Mafê hêviyê di vê pakêtê de tune ye," Gurlekî lê zêde kir ku hûkmên hepsa heta hetayê ji bo sûcên terorîstî ne.
Şîrove