AMÎDA KURDÎ - Cemre di nav kevneşopiya gel de wekî mizgîniya biharê tê zanîn û cemreya ewil ya îsal dê Sibatê bikeve. Lê tê payîn li Amedê ji bilî cemreyan dê hewa hêdî hêdî germ bibe.

Peyva "cemre" tê wateya "agirê geş", û li gor kevneşopiyê wekî sembola germbûna xwezayê tê hesibandin. Li gorî vê, pêşî hewa, paşê av û di dawiyê de ax dest bi germbûnê dike. Li Amedê, bi taybetî ji bo cotkaran, cemre wekî destpêka amadekariyên biharê û çalakiyên çandiniyê têne dîtin.

Wextên cemreyan
Cemreya ewil ya hewa ye û dê 19-20ê Sibatê dest pê bike
Cemreya duyem ya avê ye û dê 26-27ê Sibatê dest pê bike
Cemreya sêyem ya axê ye û dê 5-6ê Adarê dest pê bike
Piştî van cemreyan jî dibe ku hewaya sar li Amedê berdewam bike.
Cemre nayê wê wateyê ku "bihar hatiye", lê belê tê wê wateyê ku "bihar tê". Nîşaneyeke ku hatina biharê ye.
Şîrove