Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî: Di dorê de Hesekê heye

Dîroka Weşanê: Google News
Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî: Di dorê de Hesekê heye

Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî: Me li Rojava alîkarî gihandiye 46,000 kesan; hedefa me Hesekê ye.

AMÎDA KURDÎ - Serokê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku heta niha wan alîkarî gihandine zêdetirî 46 hezar Kurdên li Sûriyê.

Ehmed da zanîn ku niha û şûnde dê alîkariyê bigehînine Hesekêyê.

Serokê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî ji Rûdawê re got,"Em dabeşkirina alîkariyan a li ser welatiyên li Rojavayê Kurdistanê didomînin. Heta îro me kariye alîkariyê bigihînin 7 hezar û 5 malbatan ku bi giştî dikin 46 hezar û 421 kes."

Mûsa Ehmed di berdewamiyê jî de got, "Em dabeşkirina sotemenî û pêdiviyên din didomînin. Plana me wiha ye ku heta dawiya vê hefteyê, 536 hezar lître mazotê jî li Rojavayê Kurdistanê belav bikin. Îro em dê li Tirbespî û Dirbêsiyê alîkariyan belav bikin. Bi vî awayî, alîkariya me dê bigihe hemû herêmên ewle, ji xeynî Hesekê."

21ê vê mehê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî 67 barhilgerên alîkariyê gihandin herêmên Kurdên Sûriyê û roja din dest bi dabeşkirina wan kir û ev kar berdewam dike.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove