‘Valahî’yê salon tije kir

Dîroka Weşanê: Google News
‘Valahî’yê salon tije kir

Li Amedê galaya fîlma ‘Valahî’yê ya Alî Kemal Çinar hat lidarxistin.

AMÎDA KURDÎ - Li Amedê li salona sînemayê ya Çand Amedê ji aliyê Sînebîrê ve galaya fîlma Valahî ya Alî Kemal Çinar hat lidarxistin.

Di nîşandana yekem ya Valahiyê de ne tenê Amedî di heman demê de bajariyên derdor jî tevlî vê galayê bûn.

Fîlma ku Hichi Demi û Kerem Fırtına rolên sereke dilîzin, karakterê sereke di meseleya zimannezaniyê de (ku ew ziman zimanê wî yê zikmakî ye) êşeke fîzîkî û derûnî dikêşe. Ev êş wekî valahîyekê dikeve bedena wî û wî bernade.

Ali Kemal Çinar heta niha bi fîlmên xwe yên wekî Kurtefîlm, Veşartî, Gênco, Di Navberê De, Beriya Şevê hatibû rojevê û ev fîlmên wî di sînemaya Kurdî de gelek caran hatibûn nîqaşkirin. Niha jî bi fîlma Valahî derdive rêyeke dirêj.

Alî Kemal Çinar ji Amîda Kurdiyê re got, di hemû fîlmên min de bi xwezayî nîqaşa zimên derketiye holê û ez dixwazim li ser ziman fîlmeke din jî çêbikim.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove