AMÎDA KURDÎ - Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan li ser rûpela xwe ya Xê postek belav kir ku girîngiya 31ê Adarê ya di dîrokê de anî ziman.
Tuncer Bakirhanî wiha got:
‘’79 salı 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê , Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên xwe hatin şehîdkirin. Em bi rêzdarî bi bir tînin. Pêşewa ji bo me mîraseke tijî berxwedan li dû xwe hişt. Sekna wî ya pîroz di dîroka gelê Kurd de gelekî girîng e. Wî rumeta gelê xwe parast û bû Pêşewayê gelê xwe. Pêşewa gotibû dijminiya hevdu nekin, pişta xwe bidin hevdu. Ev şîreta wî ya hêja, helwesta wî ya pîroz îro jî rêya me ronî dike.’’
Şîrove