AMÎDA KURDÎ - Trump ragihandibû ku şerê bi Îranê re dê ew qasî neajo û dê zû biqede. Ev bû sedema daketina petrol.
Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku hêza deryayî ya Amerîkayê amade ye wan keştiyên petrolê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin biparêze.
Serokê Amerîkayê her wiha daxuyand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amade ye ji bo pêşkêşkirina petrola zêdetir a li bazaran dorpêça li ser Rûsyayê rake.
Lêkolerê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê IGyê Tony Sycamore li ser vê mijarê anî zimên:
"Daxuyaniyên Donald Trump ên ji bo kêmkirina dilgiraniyên li ser girtina Tengava Hurmizê hene lê tê pêşbînîkirin ku di çend hefteyên pêşiya me de bihayê petrolê zêdetir nearam bimîne."
Şîrove