Tom Barrack: Peymana Sûriye û HSDê xaleke dîrokî ye

Dîroka Weşanê: Google News
Tom Barrack: Peymana Sûriye û HSDê xaleke dîrokî ye

Balyozê Amerîkayê Tom Barrack, piştî ragihandina peymaneke berfireh ya di navbera Şam û HSDê de daxuyaniyek da.

AMÎDA KURDÎ - Tom Barrack peymana berfireh a ku di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye çêkirin wekî "xaleke dîrokî" nirxand.

'Xaleke dîrokî'

Barrack, dema behsa şertên peymanê kir, li ser peymana di navbera Şam û HSDê de got: "Îro ragihandina peymana berfireh a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk  (HSD) de xaleke kûr û dîrokî ye ku aramiya mayînde temsîl dike."

'Nûnertiyeke bilind ji bo HSDê'

Barrack, diyar kir: "Ji bo hikûmeta Sûriyeyê, ev peyman pabendbûnek bêdawî ya ji bo hevkariya neteweyî ya rastîn nîşan dide. Ew dê entegrekirina qonax bi qonax a avahiyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nav saziyên dewletê yên yekgirtî de hêsan bike û nûnerên HSDÊ dê beşdariyê di asta bilind de bibînin.

'Ev gav ji bo gelê Kurd taybet e'

Ev gav ji bo gelê Kurd girîng e ku bi saya berxwedana xwe ya bêdawî di parastina Sûriyeyê de rolek girîng lîstine."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove