Tirkiye ji Serê Kaniyê vedikişe

Dîroka Weşanê: Google News
Tirkiye ji Serê Kaniyê vedikişe

Li gor zanyariyan hêzên Tirkiyê yên li Serê Kaniyê piştî daxistina alên Tirkiyeyê dest bi vekişînê kirine û deriyên sînor radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatine kirin.

AMÎDA KURDÎ - Li gor zanyariyan hêzên Tirkiyê yên li Serê Kaniyê dest bi vekişînê kirine û alên Tirkiyeyê ji hemû avahiyên fermî yên li navenda bajêr daxistine. Hat ragihandin ku deriyên sînor radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kirine û hêzên Ewlekariya Giştî ya Sûriyeyê ketine bajêr.

Alên Tirkiyê ji saziyên fermî hatin rakirin

Muhammed Cemîl, berdevkê Komîteya Têkiliyan ya li navçeya Serê Kaniyê, di bernameyeke RUDAW de got: "Alên Tirkiyê ji hemû saziyên hikûmetê yên li bajêr hatine rakirin û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi piranî vekişiyane."

Hêzên ewlehiyê yên giştî li navenda navçeyê ne

Hat destnîşankirin ku niha, kontrola fiîlî ya bajêr di destê hêzên Hamzat, Amşat û Süleyman Şah de ye ku ev hêz tevlî Artêşa Ereb a Sûriyeyê bibûn.

Perwerdehiya bi zimanê Tirkî rawestiya, malbatên Ereb vegeriyan

Cemîl ragihand kul li gel vekişîna leşkerên Tirk, mamosteyên zimanê Tirkî yên li dibistanan jî herêm terikandin û perwerdehiya bi zimanê Tirkî ya li dibistanan bi tevahî hate rawestandin.

Cemîl got, "Dema ku Reqa û Dêrezor ketibû bin kontrola hikûmeta demkî, Erebên ku ji wan herêman hatibûn û li malên li vir bi cih bibûn dest bi vegera bajarên xwe kirine."

begendim
2
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove