AMÎDA KURDÎ - TUİK encamên nifûsê li ser bingeha navnîşanê ragihand. Li gorî vê, nifûsa Tirkiyeyê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an 427,224 kes zêde bûye. Nifûsa nû wekî 86,092,168 kes hatiye tomar kirin. Li gorî TUİKê, nifûsa mêran ji nifûsa jinan derbas bûye. Nifûsa mêran 43,059,434 kes, nifûsa jinan jî 43,032,734 kes e. Rêjeya nifûsa mêran ji sedî 50 e, rêjeya nifûsa jinan jî ji sedî 49.98 e.

Riha parêzgeha herî ciwan e
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) ne tenê mezinbûna nifûsê li seranserê welêt pîva ye. Her wiha mezinbûna nifûsê di nav her parêzgehê de pîva ye. Li gorî daneyên TUİKê, nifûsa herî pîr a Tirkiyeyê li herêma Deryaya Reş e. Li Sînopê, temenê navînî yê nifûsê 44 e. Riha di rêza yekem a nifûsa herî ciwan de ye. Li gorî serjimêriya 2024an, temenê navînî, ku 21.4 bû, îsal hinekî kêm bû û daket 21.6 ê. Li Amedê, temenê navînî yê nifûsê wekî 26.7ê hat tomarkirin.

26 hezar kes ji hev cuda bûne
Zewac jî hatin pîvandin. Li gorî van pîvanan, 478,793 kes li Amedê qet nezewicîne. Ji van, 261,120 mêr bûn. Encaman destnîşan kir ku di salekê de 26,490 kes li Amedê ji hev cuda bûne, ku ji nîvê zêdetir ji wan kesên ku ji hev cuda bûne jin in. Li bajarê Amedê ji 26 hezar û 490 kesên ku hevjînên xwe berdane, 14 hezar û 495 jin bûne.
Şîrove