AMÎDA KURDÎ - Maça Batman Petrolspor û İnegölsporê duh di beşa Lîga 2yemîn a TFFê de hat lîstin û bi encama 1-1 bi dawî bû.
Pankartek di dema maçê de li ser trîbûnên İnegölsporê hat daliqandin û li serê "Li dîrokê binêre, çi bi serê kesên ku li dijî Tirkan serî hildan hat" hatibû nivîsîn. Ev yek ji alîyê alîgirên Batman Petrolspor û raya giştî ya futbolê ve wekî nijadperestî hat dîtin û bo cihê rexne û bertekan.
Li ser vê bûyerê dê tîmên herêmê werin cem hev.

Şîrove