AMÎDA KURDÎ - Manisa 1965 Nurlupinar, ku di Lîga Herêmî ya Amatoran de ye, meha borî bi Manisasporê re derketibû maçê. Manisa 1965 Nurlupinarspor, ku maç 1 û 0 qezenc kir, bi hinceta ku di stadyûmê de stranên Kurdî hatine lêxistin, ji Lijneya Disîplînê ya Futbola Amator (AFDK) re hatibû sewqkirin.

6 puan hatin jêbirin
AFDKê biryar da ku 3 puan werin kêmkirin û divê 5 maç bê temaşevan bilîzin. Bi vê biryarê, Manisa 1965 Nurlupinarspor, ku bi tevahî 6 puan winda kir, ji rêza yekem daket rêza 5emîn. Cezayê Nurlupinar hat rakirin
Piştî îtîraza rêveberiya klûbê, Lijneya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (AFDK) biryara xwe betal kir.
Şîrove