Sivassporê daxwaz kir: Ji Amedsporê re hat qedexekirin

Dîroka Weşanê: Google News
Sivassporê daxwaz kir: Ji Amedsporê re hat qedexekirin

Beriya maça di navbera Sivasspor û Amedsporê de beşdarbûna alîgirên Amedsporê hat qedexekirin. Alîgirên Amedsporê dê li Sêwasê nekevin stadê.

AMÎDA KURDÎ - Beriya maça Sivasspor û Amedsporê, ku ji bo roja Yekşemê saet 4ê êvarê hatiye plankirin, biryarek girîng hat dayîn. Dema ku tîma Amedsporê ji bo gera xwe ya deplasmana Sêwasê amadekarî dikir, hat ragihandin ku dê destûr neyê dayîn ku alîgirên wan bikevin stadyûmê.

Stad ji alîgirên Amedsporê re qedexe ye

Li gorî raporan, qedexeya alîgiran bo stadyûmê ji aliyê Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Sêwasê ve li ser daxwaza Klûba Sêwasê hatiye dayîn. Bi vê biryarê, alîgirên Amedsporê dê nikaribin di vê lîstika dijwar a desplasmanê de ji stadê piştgiriyê bidin tîma xwe.

Şaredariya Sêwasê xizmeta hatin û çûyînên bêpere dabîn dike

Şaredariyê diyar kir ku di roja maçê de ji bo alîgirên Sivassporê yên ku dixwazin beşdarî lîstikê bibin, xizmetên veguhestina bêpere dê werin pêşkêş kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove