AMÎDA KURDÎ - Cenazeyê şa’irê Kurd Ehmed Huseynî ku di 10ê Adarê de li Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, duh şev gehişt Amedê û li Çand Amedê merasîmek bo giyanê wî hat lidarxistin û piştî merasîmê ber bi Amûdê ve hat oxirkirin.
Saziyên ziman û çandê, cîhana edebiyata Kurdî û gelek nivîskar, endamên PENa Kurd, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nûnerên DEM Partiyê, berpirsên saziyên sivîl ên civakî û gelek hezkiriyên wî li hev civiyan. Ehmed Huseynî bi merasîmeke girseyî ber bi Deriyê sînor ê Xabûrê ve hat oxirkirin. Termê şa’irê Kurd ku bixwe wek Şêxê Helbesta Kurdî tê nasîn dê biçe Amûdê û li wir were veşartin.
Ehmed Huseynî kî ye?
Ehmed Huseynî di sala 1955an de li Amûdê ji dayik bû, xwendina xwe ya seretayî li wir qedand. Ji bo xwendina zanîngehê çû Şamê, li wir felsefe xwend, lê rejîmê destûr neda ku ew dîplomaya xwe bikar bîne. Ehmed Huseynî di sala 1989an de neçar ma ku koçî Swêdê bike. Di demên dawiyê de bi nexweşiya penceşêrê ketibû û têkoşînek li hember vê nexweşiyê dida.
Yek ji helbestên Ehmed Huseynî yên herî naskirî jî ‘Yekşema Sînemaya Amûdê’ ye. Huseynî ev helbest ji bo 250 zarokan nivîsî ku piraniya wan zarokan di bin 12 saliyê de bûn û di sala 1960an de dema ku diçin Sînemaya Amûdê û li wir di şewatekê de jiyana xwe ji dest didin.
Yekşema Sînemaya Amûdê
Li ber dîwarê heman berbeyaniyê,
li paş pencereyên şkestî
yên xewna dayikên ji toza bendemana dijwar,
di wê qîrîna teng û tenik de,
di pend û şîretên agirekî tîndar de,
zarokên qederê digel laş û pênûsên xwe yên ji avê
Qederekî
hatin biraştin.
Qederekî
bi çolistana dûmanê şa bûn
û
Qederekî
serên xwe yên biçûk
li ser balgehên gunehkariyê danîn.
Mewîjên xwe
di bin balgehên xwe de ji bîr kiribûn,
Defterên xwe
bi pevçûnan qermiçandibûn
û porên xwe yên nûşehkirî
ji ber vîzevîza bagera evînê didane alî.
Navên sawdar yên firişte û rûperiyan
bi lêv dikirin
û Xwedayên wêranan
di "Olemp"a sînga xwe de
hînî lîskên xwe yên efsanewî dikirin.
şîşên xatirxwestineke lajewerdî
di çavên dayikên xwe de diçandin.
Berên xwe,
her derên xwe,
lawik û heyran,
dengbêj û şerên xwe,
bi gavine lezgîn didane agirdanka
Sînemeya Amûdê
û li me
Li xweşmêrên rewrewkê mikur dihatin:
Ez Amûda şewitî me!
Ez Amûda Bavê Mihemd im!
Şîrove