AMÎDA KURDÎ – 14ê Sibatê li her dera cîhanê wek wekî ‘Roja Hezkiriyan’ tê pîrozkirin. Kurdên li Kanadayê bi vê minasebetê bernameyek amadekirin ku bi vê bernamê çandê geş dikin û bi Sêva Mêxekrêjê vê rojê pîroz dikin.
Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bernameya çandî ya Sêva Mêxekrêjê bi serpereştiya Navenda Civaka Kurdî ya Kanadayê (Canadian Kurdish Community Centre) bi minasebeta 14ê Sibatê ku ew roj li her dera cîhanê wekî ‘Roja Hezkiriyan’ tê pîroz kirin, bernameya Sêva Mêxekrêjê hate li dar xistin.
Çanda Sêva Mêxekrêjê ya bûye zimanê hezkiriyan û ya dilê wan vedibêje û her wisa dilê kesên ji hev şikestî li hev germ dike bi saya serê hinek kurdên ev çanda han e bav-kalên me ya wan 1500 sal berê kiriye, bi xwe ra birine gellek deverên cihê yên dinyayê û bi kurdên li wan welatan dijîn û welatiyan bixwe bi hev du ra pîroz dikin.
Organîzatorê vê bernameyê Serhed Serhedî di vê bernameyê da qala bernameyê û wateya vê çanda kevnar kir û got lazime em vê edeta hane xwe li du mijarên girîng ê dinyayeke pak ‘hezkirinê û lihevhatinê’ digire lazime li her dereke dinyayê belav bibe.
Dîroka Sêva Mêxekrêjê
Dîrokeke dûr û dirêj a sêva mêxekrêjê heye lê mixabin ji ber dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê çar dewletên nedemokratîk (Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyê) di van çend sed salên borî de, beşeke mezin a dîrok û çanda Kurdistanê hatiye reş kirin ango hatiye ji nav birin. Lê ber'eksê vê hewldana ji nav birinê kurd bi xebatên xwe tıştên ji nav çûne ango hatine reş kirin cardin vedijînin û wê digeşînin.
Xweşbextane di gelek stran û çîrokên kurdî de behsa sêva mêxekrêjê hatiye kirin û li hin deverên dûr jî hebûye. Sêva mêxekrêjê di sala 1938an de di straneke Mihemed Mamle de hatiye gotin û di çend stranên din de jî hatiye bi kar anîn. Sêva mêxekrêjê di çîroka gelerî ya bi navê “Sêv le Baxel” de tê gotin ku du vegotinên cuda hene. Li gorî hin çavkaniyan, sêv ji serdema Zerdeştiyê ve, bi taybetî di cejna “Spandar Mez” de ji aliyê mêran ve weke sembola hezkirinê ji bo jinan hatiye pêşkêş kirin. Wê rojê jin li ser textan rûdiniştin û mêran jî xizmeta wan dikir. Li herêma Erdelan, di helbestên “Bertewnane” de hatiye bikar anin. Ev jî minakek e:
Seêwi mêxekrêj xellat bê bo yar
Yar bom bixwenê goranî kewyar
Kewyar hey kewyar eceb yarêke
sewî mêxekreêj qîmet şarêke
Min cara yekem di sala 1999an de ev sêv ji diya xwe stand. Çend rojan ez ji diya xwe aciz bûbûm, paşê ji bo aşitiyê, diya min sêvek mêxekrêj xistibû çenteyê min da ku aşitiyê çêbibe. Bi vî awayî min cara yekem sêva mêxekrêj ji nêz ve dît. Paşê diya min ji min re qala sêv û dîroka wê kir. Diya min ji diya xwe fêrî mêxekrêjkirina sêvê bûbû.
Mixabin di van sed salên borî de, ji ber gelek sedeman, sêva mêxekrêjê (ev çand) hatibû ji bîr kirin û xetereya jinavçûna wê hebû. Bextewar im, piştî ez ji diya xwe bi vê çandê hisiyam heta niha hewl didim bêtir vê çandê vejînim û wê li seranserê cîhanê wekî çandeke kurdî belav bikim û wê bikim tişteke navneteweyî.
Min cara yekem di sala 1999an de ev sêv ji diya xwe stand. Çend rojan ez li diya xwe aciz bûm, paşê ji bo aşitiyê, diya min sêvek mêxekrêj xistibû çenteyê min da ku aşitiyê çêbibe. Bi vî awayî min cara yekem sêva mêxekrêj ji nêz ve dît. Paşê diya min ji min re qala sêv û dîroka wê kir. Diya min ji diya xwe fêrî mêxekrêjkirina sêvê bûbû.
Şîrove