AMÎDA KURDÎ - Bihabûna petrolê li gel dijwarbûna şerê Îranê ku ev sê hefte ye didome. Roja înê bihayê petrole bi qasî 2,63 dolaran biha bû û bi 103 dolar û 14 sentan hat firotin.

Hewldanên ji bo kontrolkirina bihayan
Bihabûna petrolê tesîr li ser ekonomiye kir ku Amerîka û endamên din ên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ji bo kontrolkirina bihayan gelek rêkar girtin ber xwe.
Di nav wan rêkaran de derxistina 400 hezar bermîl petrolê ya ji yedekên stratejîk ên welatan heye. Îdareya Amerîkayê ji bo maweyê 30 rojan rê daye Hindistanê ku petrola Rûsyayê bikire.
Donald Trump da zanîn ku bi îhtimaleke mezin dê şer zû bi dawî neyê.
Şîrove