AMİDA HABER- Selîm Temo li gel gelek mijarên futbolê bere xwe dide sloganan û ji bo serkeftina tîmên futbolê yên kurd mînakekê dide û vê wek pêşniyaz jî pêşkêş dike, ew dibêje: ‘’Di maçan de pêşan û slogan jî vedigerin ser Kurdî. Atmosfera stadê nîşan dide ku ev der Amed e. Bandora xwe zêde ye; bo tîma me jî bo têma dijber jî. Stranên heyî xweş in û çendên nû jî divên. Lê nabe ku strana "Amedê serhildan e" ya ji bo Vedat Aydinê şehîd hatibû çêkirin, vegere ser beredayiya "sanma ki bizbizeyiz!"
Mînakek xweş heye ji Zaxoyê, dikare bibe mînak. Gava tîmên Bakurî hatin Amedê yan Amed bû mêvanê wan ev slogan bête gotin: "Amed û Wan yek Bajar e", "Îdir - Amed Yek Bajar e"...

Selîm Temo di nivîsa xwe de bale dikêşîne li ser ziman û behsa guherînê dike.
‘’Di parvekirinan de herdu şaxên Kurdî hene; Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî. Ev herdu dikarin zêdetir li hevdu bên; yanê Tirkî werger e lê Kurdî guherîn e. Wek mînak, parvekirina lê jêrê:
1. "Bilêtên maça me" bila bibe "Bîletê maçê ma",
2. "Ma do" bila bibe "em dê",
3. "Rotiş de yê" bila bibe "li ber firotinê ne",
4. "TîmaTêkoşînê" bila bibe "TîmaBerxwedanê" ku çêtir li "TaximêXoverdayîşî" tê.
Amedspor ber bi cîhanîbûnê ve diçe, lewre divê Îngilîzî jî li zimanan bê zêdekirin.’’

Di dawiya nivîsa Selîm Temo de çend peyv hene ku xwe gire didine hêviyê
‘’Hêvîdar im Amedspor û tevgera alîgirên Amedsporê di her warî de bibe qîble û mînak bo tîmên din ên Bakurê Kurdistanê. ‘’
Roja reş de, roja xweş de, her bijî Amedspor!
Şîrove