AMÎDA KURDÎ - Beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, DEM Partiyê xizmetên şaredariyê yên pirzimanî û xizmetên bi zimanê dayikê di nav sozên xwe yên sereke de rêz kiribû. Lêbelê, lêkolînek li ser performansa 62 şaredariyan eşkere dike ku hewldanên wan bi piranî bi çalakiyên hişyarkirinê ve sînordar in. Her çend şaredariyan çalakiyên wekî şano ‘u konseran jî hebin gavên mayînde di vî warî de tune ne.

Di 46 malperên şaredariyan de Kurdî tune ye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tevî ku nêzî du sal di ser hilbijartinê re derbas bûne jî, malperên 46 şaredariyan tenê bi tirkî xizmetê didin. Agirî, Giyadîn, Bazîd, Amed, Pîran, Erxenî, Hênê, Sûr, Rezan, Karaz, Farqîn, Licê, Mêrdîn, Nisêbîn, Dêrik, Artuklu, Mazîdagî, Mûş, Milazgir, Gimgim, Kop, Erdîş, Sêrt, Şirnex, Cizîr, Kawaş, Payîzava, Saray, Elbak, Ebex, Şax û Qelqelî xwedî malperên yekzimanî ne. Tenê li 9 şaredariyan malperên pirzimanî ne.

Tenê 2 şaredariyan Kreşên pirzimanî hene
Rewşa derbarê kreşên pirzimanî ku yek ji sozên herî girîng ên DEM Partiyê ye, hîn jî bi cih nehatiye. Tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi tevahî 4 kreşên zarokan ên pirzimanî vekirine. Lêbelê, tevî bi sedan serlêdanên malbatan, hate gotin ku kreşên zarokan ên nû nikarin werin berfirehkirin. Gelek şaredariyan hewl dan ku pêvajoyê bi atolyeyên zimanê Kurdî yên periyodîk li şûna kreşên zarokan birêve bibin.

Di gavên sazûmanî de qelsî
Ji 62 şaredariyan, tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rêveberiya Parastin û Pêşxistina Ziman ava kir. Hin şaredariyan encumen an komîsyonên ziman ava kirine, lê halê dawî nîşan dide ku kêmasiyeke sazûmanî heye.

Hewldanên pirzimanî sembolîk in
Lêkolîna hatiye kirin eşkere kir ku performansa şaredariyên DEM Partiyê sozên xwe yên Kurdî neanîne cih. Tê gotin ku pratîkên pirzimanî di piraniya şaredariyan de nehatine saz kirin û hewldan piranî wek awayê sembolîk mane.
Şîrove