AMÎDA KURDÎ - Di daxuyaniyek nivîskî ya Partiya DEMê de hat gotin ku endamên Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgûr Faîk Erol li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Hat destnîşankirin ku şande piştî hevdîtinê ji giravê vegeriyaye.

Daxuyanî dê sibê were dayîn
Rayedarên partiyê ragihandin ku hûrgiliyên derbarê naveroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê sibê ji aliyê şandeyê ve bi raya giştî re werin parvekirin.

Şandeya ku herî dawî di 11ê Sibatê de bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re civiyabû, diyar kiribû ku "ew li ser pêşketinên li herêmê û li ser pêvajoyê şêwrek gerandîne û wan îradeya hevpar bo pêvajoyê careke din piştrast kiribû"
Şîrove