AMÎDA KURDÎ - Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzer Ozgur Faik Erol ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve çûn.

Di daxuyaniyekê de ji Partiya DEMê wiha hat gotin: "Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Faik Erol ji bo hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve çûn."

Şandeya ku herî dawî di 11ê Sibatê de bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re civiyabû, diyar kiribû ku "ew li ser pêşketinên li herêmê û li ser pêvajoyê şêwrek gerandîne û wan îradeya hevpar bo pêvajoyê careke din piştrast kiribû"
Şîrove