Şandeya Amedsporê ya ku ji Serokê Klûbê Nahit Eren, Serokê Lijneya Şêwirmendiyê Metin Kılavuz û endamên Lijneya Rêvebiriyê pêk tê, serdana xwe li Herêma Kurdistanê ya Iraqê didomîne.
Şande li Silêmaniyê, bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî re civîyan.
Di hevdîtinê de, wan li ser hevkariya di warê werzîşê de û her wiha li ser pêşkeftinên herêmî nêrînên xwe parve kirin.
Şandeya Amedsporê li ser navê Lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê serdana gora Celal Telebanî jî kirin.

Şîrove