AMÎDA KURDÎ - Di hevpeyvînekê de ya bi BBC Tirkî re, Salih Muslim, bal kişand ser hevdîtinên Sûriyê û Îsraîlê yên ku di 5 û 6ê Kanûna Paşîn de bi navbeynkariya Amerîkayê li Parîsê hatine lidarxistin û got ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê piştî vê peymanê pêk hatin.
Muslim ew rexne kirin û got, "Ehmed Şer bi berdewamî bi Îsraîlê re peymanan çêdike. Têkiliyên Tirkiyeyê bi Îsraîlê re jixwe têne zanîn. Hêj jî bazirganiya wan a bi milyaran dolarî heye."
"Ew dixwazin tevahiya Sûriyeyê hilweşînin, lê em hewl didin ku bi qasî ku ji destê me tê berxe bidin’’
'Xetên me yên sor hene'
Muslim, hevdîtinên bi Şamê re têne kirin de xetên sor diyar kir: "Ew dibêjin, 'hebûna jinan tune, sendîkayên jinan tune.' Lê sîstema me ya hevserokatiyê heye. Ew van hemûyan red dikin. Ev hemû xetên me yên sor in." Muslim tohmetên Tirkiyeyê red kir û got, "Em qet ne dijminên Tirkiyeyê bûn"
Şîrove