Şaciwana Almanyayê ya îsal keçeke Kurd e

Dîroka Weşanê: Google News
Şaciwana Almanyayê ya îsal keçeke Kurd e

Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloyê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya îsal hat hilbijartin.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Dua Faris bi nasnava "Roz Mundî" jî tê naskirin û ku li ser medyaya civakî gelekî çalak e. Ev cara yekem e di dîrokê de keçeke Kurd a Qamişloyê şaciwaniyê bi dest dixe.

Dua Farisê ji nav zêdetirî 2 hezar keçan hat hilbijartin û nasnava "Miss Germany 2026" bi dest xist.

Ew di bultena Rûdawê de ji Dilbixwîn Dara re wiha dibêje:

"Ez Kurd im û ji Qamişloyê me. Min qet texmîn nedikir ez bibim yekem. Hemû kesan ji min re digot 'ew ne Alman e ,nikare bibe Mss Germanyê, ne xweşik e.'

Vêca ez bûm Mss Germany û êdi kes nikare tiştekî bibêje. Min xwest ez tiştekî ji bo zarokan, keçan û jinan bikim. Min pirsgirêkên mezin dîtin, loma ez çûm pêşbirka Şaciwana Almanyayê. Ez dixwazim qala keç û jinan bikim û ji wan re bibim mînak.

Dêya min ji min re got tu xweşik î, ev besî min e."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove