AMÎDA KURDÎ - Serokatiya Sûriyeyê ragihand ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) de li ser Parêzgeha Hesekê lihevkirine. Serokatiya Sûriyeyê diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî dê ji bo Cîgirê Wezîrê Parastinê namzetekê destnîşan bike, û her weha namzetekê ji bo parêzgariya Hesekê pêşniyar bike, û lîsteyeke navan pêşkêş bike ku di Meclîsa Gel de werin temsîlkirin. Peyman dê îro saet 20:00an de bê cîbicîkirin.
Li gorî SANAyê (ajansa fermî ya Sûriyeyê), Serokatiya Sûriyeyê ragihand ku çar roj dem dane HSDê ku li ser planeke berfireh ji bo entegrekirina herêman şêwir bikin.
Serokatiyê diyar kir ku eger lihevkirinek çêbibe, hêzên Sûriyê nakevin navendên bajarên Hesekê û Qamîşloyê.
Di daxuyaniya Serokatiya Sûriyê de her wiha hate destnîşankirin ku Fermandarê Giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî, dê ji HSDê namzetekê ji bo Cîgirê Wezîrê Parastinê, û her wiha namzetekê ji bo parêzgariya Hesekê destnîşan bike, û dê navnîşek navan pêşkêş bike ku di Meclîsa Gel de werin temsîlkirin.
Hat piştrastkirin ku her du alî li ser entegrekirina hemû hêzên leşkerî û ewlehiyê yên HSDê di nav Wezaretên Parastin û Karên Hundir de li hev kirine, û nîqaşên li ser mekanîzmaya entegrekirina berfireh berdewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê, saziyên sivîl jî dê di nav avahiya hikûmeta Sûriyeyê de werin entegrekirin.
Hat ragihandin ku pêkanîna vê peymanê îro saet 8:00ê êvarê pêk tê.
Şîrove