AMÎDA KURDÎ - Rapora dawî ya ku ji hêla Komîsyona Parlamentoyê ve ji bo serkeftina pêvajoya nû hatî amadekirin bi 47 dengên erê, 2 dengên na û dengeke bêalî hate qebûlkirin. TÎP û EMEPê gotin "na". CHP, Partiya DEMê, AK Partî û MHPê gotin "erê". Türkan Elçi ya ji CHPê bêalî ma.

Çarçoveya rapora komîsyona parlementoyê çi ye?
Rapora ku di civîna komîsyonê de hat xwendin, ji 7 beşên sereke pêk dihat. Beşa destpêkê diyar kir ku qonaxa herî girîng a pêvajoyê "çekdanîna endamên PKKê" ye. Raportê tekez kir ku divê çekdanîn ji hêla hêzên ewlehiyê yên dewletê ve were piştrastkirin û destnîşan kir ku ev qonax ne tenê ragihandina bidawîbûna şer e, lê destpêka çarçoveyek nû ya qanûnî û siyasî ye.
Şîrove