AMÎDA KURDÎ - Rapora hevpar ku di civîna 21emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de, ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de di Meclîsê de hatiye damezrandin, di 18ê Sibatê de hatibû pejirandin. Rapor li ser malpera fermî ya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) hatiye weşandin.

Rapor ji 7 beşan pêk tê û ev sernav tê de cih digirin:
"Xebatên komîsyonê", "Armancên sereke yên komîsyonê", "Kokên dîrokî yên biratiya Tirk û Kurdan û hiqûqa biratiyê", "Xalên lihevkirinê yên kesên ku di komîsyonê de hatine guhdarîkirin", "Xwefesihkirin û çekdanîna PKKyê", "Pêşniyarên yasayî yên derbarê pêvajoyê de" û "Pêşniyarên derbarê demokratîkbûnê de."

Tekeziya li ser “Tirkiyeya demokratîk û pirreng”iyê
Di encamnameya raporê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û pirreng, "feraseta ku rastiyê paşguh neke, hestan înkar neke û siyaset cesareta çareseriyê nîşan bide" xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Di metnê de hat destnîşankirin ku Tirkiye dê li ser bingeha aştî, yekparçeyî, demokrasî û biratiyê xurt bibe. Her wiha hat tekezkirin ku divê pêvajo li ser zemîneke ku pergala giştî diparêze, maf û azadiyan berfireh dike û rizaya civakî mezin dike bimeşe.
Di raporê de hat gotin ku "aqilê hevpar" ê ku ji xebatên komîsyonê û nêrînên pêşkêşkirî derketiye, li metnê hatiye zêdekirin. Hat diyarkirin ku di qonaxa bê de şefafiyeta rêkarên îdarî û hiqûqî, berfirehiya gavên lihevkirina civakî û berdewamiya kontrola parlamentoyê dê diyarker bin.
Şîrove