Rapirsiyeke nû: CHPê rê neda AK Partiyê

Dîroka Weşanê: Google News
Rapirsiyeke nû: CHPê rê neda AK Partiyê

Li ser hilbijartinê rapirsiyeke nû hate çêkirin lê kesên ku bê biryar mane zêdetir in ji dengdêrên partiyên sîyasî.

AMÎDA KURDÎ - Şirketa Lêkolînê ya ASALê encamên rapirsiya xwe ya "Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê" eşkere kirin. Li gorî rapirsiyê, dengdêrên ku gotiye "Bê biryar im/Deng nadim" bi rêjeya ji sedî 29,6 di rêza yekem de ne. Piştî bêbiryaran, CHP bi rêjeya ji sedî 23,4 di rêza duyem de cih digire.

ASALê rapirsiya xwe di navbera 13 û 21ê Sibata 2026an de li 26 bajaran li gel 2 hezar û 15 kesan pêk anî. Di rapirsiyê de ji beşdaran hat pirsîn, "Eger vê Yekşemê hilbijartina giştî ya parlamenteriyê hebe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" Rêjeya bêbiryaran ji sedî 29,6 e

Li gorî rapirsiyê, dengên ku partiyên siyasî wergirtine wiha ne:

Bê biryar im/Deng nadim: Ji sedî 29,6

CHP: Ji sedî 23,4

AK Partî: Ji sedî 22,5

DEM Partî: Ji sedî 6,2

MHP: Ji sedî 5,6

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4

Di rapirsiyê de encamên piştî belavkirina dengên bêbiryaran jî hatin parvekirin.

Li gorî vê, CHP dikeve rêza yekem û AK Partî jî di rêza duyem de ye:

CHP: Ji sedî 33,2

AK Partî: Ji sedî 32

DEM Partî: Ji sedî 8,8

MHP: Ji sedî 8

ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,7

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove