Qedexeya Trendyolê ya li ser pirtûkakurdî

Dîroka Weşanê: Google News
Qedexeya Trendyolê ya li ser pirtûkakurdî

Pirtûkakurdî ya ku li Amedê xizmetê dide nêzîkî pênc salan e bi rêya Trendyolê jî berheman difiroşe. Lê ji ber bikaranîna têgehên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ê rastî sansûrê hatiye û dikana wê ya dîjîtal hatiye girtin. Xwediyê karsaziyê ragihand ku ew ê derbarê vê rewşa neqanûnî de serî li rêyên yasayî bidin.

‘Pirtûkakurdî’ ku li Amedê hatiye damezrandin, di sala 2021ê de bi vekirina dikaneke dîjîtal li ser Trendyolê û platformên din ên cihêreng dest bi firotina pirtûk, qedeh û posteran kir. Koordînatorê Giştî yê Pirtuka Kurdî, Bawer Berşev diyar kir ku wan derbarê pirtûka Zeki Beg a bi navê ‘Kürtler ve Kürdistan Tarihî’ de hişyarî wergirtine.Berşev diyar kir ku pirtûka Zeki Beg tevî ku neqedexe ye ji aliyê Trendyolê ve hatiye rakirin. Berşev îdia dike ku ev pêvajo bûne sedem ku ew bikevin "radara" Trendyolê. Tevî belgeyên wan yên fermî danûstendina wan hatiye birîn, dikana wan a dîjîtal hatiye girtin.

Qedexeya Kurdî û Kurdistanê nayê qebûlkirin

Berşev, ‘’Trendyolê bi hinceta ‘marqeya şaş’ yekser 1200 pirtûk, qedeh û poster qedexe kirin û bi giştî 48 puan ji me kuştin û dikana me girtin. Keda me ya 5 salan kirin pûç. Herî kêm 100.000 lîre pereyê me di hundir de ye. Em ê doz li wan vekin. Peyvên Kurdî û Kurdistanê di çavê wan de terorîze ne. Em naxwazin saziyên wek Trendyolê li ser Kurdî, li ser peyva Kurdî û Kurdistanê an jî li ser pirtûkên Kurdî û Kurdistanî vê astengiyê deynin.’’

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove