AMÎDA KURDÎ - Amedspor, ku di Lîga 1emîn a TFF de pêşbaziyê dike, dê roja Şemiyê bi Ankara Keçiorengucu re bilîze. Beriya vê maça girîng, di derbarê alîgirên Amedî de pêşketinek çêbû.

Lijneya Ewlekariya Sporê ya Parêzgeha Enqereyê diyar kir ku destûr nayê dayîn ku alîgirên Amedsporê bikevin stadyûmê. Sedema qedexeya jî îhtîmala ku alîgirên Ankaragucuyê beşdarî maçê bibin e.
Bi vê yekê xeteriya ewlehiyê ya potansiyel heye û hat ragihandin ku destûr nayê dayîn ku alîgirên Amedspor beşdarî maçê bibin.
Şîrove