Profesorê Amedî li ser nifûsa Kurdan axivî

Dîroka Weşanê: Google News
Profesorê Amedî li ser nifûsa Kurdan axivî

Bijîjkê Amedî Prof. Dr. Cenap Ekinci diyar kir ku nifûsa Kurdan li gorî Hindistanê kêm e, lê li gorî Ewropa û Amerîkayê zêde ye. Ekinci daxwaz kir nifûsa Kurdan zêde bibe.

AMÎDA KURDÎ - Profesor Dr. Cenap Ekinci, endamê fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, beşdarî bernameyekê bû û derbarê nifûsa Kurdan de agahî dan. Bername ji hêla Hevidar Zanayê ve li ser RUDAW TVyê li Hewlêrê hat pêşkêşkirin.

‘Bila nifûsa Kurdan zêde bibe’

Cenap Ekinci wiha got,

‘’Pir zarokan çêbikin, bila millete kurd zêde bibe, nifûsa me zêde bibe. Xebata Kek Mesûd Barzanî li ser yekitiya Kurdistanê, millete kurd heye, barê kurda di stûya wî da ye. Ew însanê dixwazin zarokên wan çêbin barek e. Ew di stûyê hikûmetan de ye. Em vî barî ji pişta hikûmetê, ji pişta Kek Mesûd bigrin em ji miletê xwe re xizmetê bikin. Divê di taxên ferm3i de em van navendan vekin û em ji millete xwe re xebatê bikin.’’

‘Li gorî Hindîstanê kêm e’

Nifûsa Kurdan aniha li gorî Hindîstanê kêm e, bele li gorî Ewropa, gorî Amerîkayê em zêde ne. Li gorî Tirkiyê jî em zêde ne. Divê gele Kurd, gele Kurdistanê zarokan zêde çêbikin. Bila miletê Kurd zêde bibin, nifûsa me zêde bibin

‘Yê nikaribe çeke jî bila were cem min’

Ji bo kesên ku zarokên wan çênabin got, ‘’Yê nikaribin çêbikin bila bên cem me, bila werin Amedê, ser çavan ser seran. Ku nikaribin werin em ê tevî tîma xwe, tevî amûrên xwe werin navenda fermî ya Kurdistanê û em ê van navendan vekin, ebatên xwe bikin.’’

 

#VÎDEO - Prof. Dr. Cenap Ekîncî bangî Kurdan dike: Zarokan zêde zêde çêkin, bila miletê me zêde bibe pic.twitter.com/PVdPDouPLA

— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 6, 2026
begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove