AMÎDA KURDÎ - Reşnivîsa peymanê ya ku di navbera Amerîka û Îranê de belgeyek e ku ji 14 xalan pêk tê.

Di vê peymanê de mijar wiha ne, bidawîhatina şer, vekirina Tengava Hurmizê, kêmkirina cezayan û soza Îranê ya ji bo çênekirina çekên nukleerê.
Rudaw Kopiyeke vê reşnivîsê ji rayedarekî Amerîkayî wergirtiye û belavkiriye.

14 xalên reşnivîsê
1 - Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li gel hevalbendên xwe yên di şerê heyî de, bi îmzakirina vê memorandûmê re bidawîhatina şer bi lez û daîmî li hemû eniyan (di nav de Libnan jî) radigihînin. Ji niha û pê de alî soz didin ku li dijî hev ti çalakiyên neyarane nekin û ji bikaranîna hêzê yan gefa bikaranîna hêzê dûr bisekinin. Peymana dawî dê biryarên vê xalê û xalên din teqez bike.
2 - Îran û Amerîka soz didin ku rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin û midaxeleyî nav karên navxwe yên hev nekin.
3 - Îran û Amerîka soz didin ku di nav 60 rojan de (ku bi lihevkirina dualî dikare were dirêjkirin) dan û standinan bikin û bigihin peymana dawî.
4 - Piştî îmzakirina vê memorandûmê, Amerîka dê dorpêça deryayî rake, rê li ber her destwerdan yan astengiyeke li dijî Îranê bigire û herî dereng di nav 30 rojan de çûn û hatina deryayî vegerîne asta berê. Her wiha Amerîka soz dide ku piştî peymana dawî di nav 30 rojî de hêzên xwe ji deverên derdorê vekişîne.
5 - Bi îmzakirina vê memorandûmê re, Îran dê ji bo ku çûn û hatina keştiyên bazirganiyê ya di navbera Kendava Besreyê û Deryaya Umanê de di nav 30 rojî de vegere asta berî şer, gavên bilez bavêje. Di vê çarçoveyê de rakirina astengiyên teknîk û paqijkirina mayînan ji aliyê Îranê ve dê were kirin.
6 - Amerîka dê li gel şirîkên xwe yên herêmî planeke berfireh a ku her du alî li ser li hev dikin ji bo jinûveavakirina aboriya Îranê û bipêşketina wê amade bike û herî kêm 300 milyar dolarî ji bo vê dabîn bike. Mekanîzmaya bicihanîna vê planê dê di nav 60 rojî de wekî parçeyekî ji peymana dawî de were diyarkirin.
7 - Amerîka soz dide ku li gorî salnameyeke ku dê di peymana dawî de li ser li hev were kirin, hemû cezayên li ser Îranê rake. Ev biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarên Komîteya Birêvebir a Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) û hemû cezayên yekalî û dualî yên Amerîkayê li xwe digire.
8 - Îran ducare teqez dike ku ti carî dê çekên nukleerê çêneke. Îran û Amerîkayê li hev kiriye ku çarenivîsa uranyuma dewlemendkirî û pêdiviyên nukleerî yên Îranê û hemû mijarên din ên nukleerî di çarçoveya peymana dawî de werin nirxandin.
9 - Îran û Amerîkayê li hev kiriye ku heta îmzakirina peymana dawî rewşa heyî biparêzin. Li gorî vê, Îran dê rewşa bernameya xwe ya nukleerê neguhere, Amerîka jî dê cezayên nû nede ser Îranê û hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêde neke.
10 - Amerîka soz dide ku piştî îmzakirina vê memorandûmê û heta dema rakirina cezayan, ji bo hinartina petrola xav a Îranê, hilberên petrokîmyayê û hemû karên bank, sîgorta, veguhastin û xizmetguzariyên pêwendîdar muafiyetan belav bike.
11 - Amerîka soz dide ku li gorî bipêşveçûna dan û standinan, saman û pereyên Îranê yên hatine blokkirin serbest berde û temamî bide bin destê Îranê. Ev pere dê ji aliyê Banka Navendî ya Îranê ve werin bikaranîn û Amerîka dê destûr û rûxsetên pêwîst bide.
12 - Îran û Amerîkayê li ser avakirina mekanîzmayeke ku çavdêriya bicihkirina peymana dawî û pêbendbûna aliyan a li ser sozên xwe bike li hev kiriye.
13 - Piştî îmzakirina vê memorandûmê û bi taybetî piştgiriya li ser bicihanîna xalên 4, 5, 10 û 11an û standina garantiyên li ser wan, Îran û Amerîka dê tenê li ser xalên din dest bi dan û standinên peymana dawî bikin.
14 - Peymana dawî dê bi rêya biryareke mecbûrî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin.
Şîrove