AMÎDA KURDÎ - Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dem Partî, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Zimannas Dr. Emîn Ebdulqadir, Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesen, Endama MED-DERê û Aktîvîsta Zimanê Kurdî Dîlan Guvenç û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan li ser ziman peyamên girîng dan.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola sereke ya ziman a di jiyana milet de û diyar kir ku zimanê dayîkê bingeha resenî, nasname, hişyarî û hevdengiya neteweyî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
"Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de, em serbilind in ku Herêma Kurdistanê dergûşa pirrengî û bihevrejiyana pêkhateyên neteweyî, olî û ziman û çandên cuda ye.
Em pêbendbûna xwe ya bi bipêşxistina zimanê dayîkê ji bo hemûyan ducare dikin; ji zimanê Kurdî heta zimanên pêkhateyên neteweyî (Tirkmenî, Suryanî û Ermenî).
Parastina zimanê dayîkê, parastina nasname, dîroka dewlemend û paşeroja Kurdistanê ye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
"Herêma Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda dewlemend e.
Cihê şanaziyê ye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, bi azadî bi zimanê dayîka xwe diaxivin û dixwînin."
Dem Parti:
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji hemû gele me re pîroz be.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun:
Ziman; bîr, nasname û rihê mirovekî ye. Parastin, pêşxistin û veguhastina zimanê me yê dayikê ji bo nifşên paşerojê, berpirsiyariya me ya hevpar e. Bi hêviya cîhaneke ku tê de ziman û çandên cuda bi azadî dijîn û piralî wekî dewlemendî tê dîtin, em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin.
Zimannas Dr. Emîn Ebdulqadir:
‘’Fêrbûna Îngilîzî, Erebî yan jî Spanyolî girîng e lê nabe ku ev ziman bikevin cihê zimanê dayîkê û nasnameya me."
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesen:
"Çawa ku li Şamê Akademiya Zimanê Erebî heye û xwedî statuyeke yasayî ye, divê Saziya Zimanê Kurdî yan jî Akademiya Zimanê Kurdî jî bi heman mafan li Sûriyeyê were naskirin.
Endama MED-DERê û Aktîvîsta Zimanê Kurdî Dîlan Guvenç:
“Her gel bi zimanê xwe heye. Em jî dibêjin em bi zimanê xwe hene.
Em dibêjin perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Divê dewleta Tirk jî qebûl bike.’’
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan:
"Heta zimanê Kurdî nekeve nav sîstema perwerdeyê, xilasiya wê tune û dê tenê xwe li ser pêyan bihêle. Armanca me mezintir e û em dixwazin Kurdî bibe zimanê jiyana me."
Şîrove