PCSyê xwe wekî tevger ragihand 

Dîroka Weşanê: Google News
PCSyê xwe wekî tevger ragihand 

Platforma Ciwanên Serbixwe îro (17ê Adara 2026an) di saet 19.30an de li Amedê li meydana Mizgefta Mezin ragihand ku êdî dê wekî tevger (Tevgera Vejînê ya Kurdistanê) çalakiyên xwe bidomînin. 

AMÎDA KURDÎ - Platforma Ciwanên Serbixwe di 2017an de li Stenbolê ava bû. Bi gotinên 'Xwedaperestî', 'niştimanperwerî' û 'mirovdostî' xwe dan nasîn. Heta niha jî wek berxwedaneke pasîv tevdigerin lê îro ev platform bi şikleke din dê tevbigere. 

Ew wiha dibêjin: Li Kurdistanê, di nava realîteya civakî-sîyasî ya vî miletî da, piştî ku em bi pozîsyona xwe ya însanî ya di vî mekanê dîrokî-civakî da hesîyan û ev pêhesîn roj bi roj germûgurrtir bû, vê pêhesînê berpirsyarîyeka wisa xiste ser me ku em neçar in rabin û gavekê bi pêş da biçin.

Platforma Ciwanên Serbixwe bi girseya xwe ya heyî û beşdar û şopînerên xwe li meydana Mizgefta Mezin a Amedê li hev civiyan. Van ragihand ku ji îro pê ve ew ê wek tevger meşa xwe ya ku dil danê bidomînin. 

Girse saet 19.30an de li meydana Mizgefta Mezin kom bû piştî daxuyaniya xwe belav bûn.

Navê vê tevgerê wiha ye: Tevgera Vejînê ya Kurdistanê 

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove