AMÎDA KURDÎ - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed doh şandeyeke Komîteya Koçberên Serê Kaniyê pêşwazî kir û mijara vegera koçberan li gel wan gotûbêj kir.

Endamekî şandeya Komîteya Koçberan ji Rûdawê re ragihand ku Nûredîn Ehmed ji wan re gotiye ku niha vegera koçberan a herêma xwe karê wî yê sereke ye.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê piştî hevdîtina li parêzgehê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku parêzgar ji wan re tekez kiriye ku ji bo vegera koçberan dê karekî cidî li gel hikûmeta demkî Şamê bê kirin.
Şîrove