AMÎDA KURDÎ - Hevserokên Partiya DEMê, Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan îro li navenda CHPê bi serokê CHPê Ozgur Ozel re civiyan. Di daxuyaniyek çapemeniyê ya hevbeş de hate ragihandin ku pêşketinên dawî yên li Sûriyê mijara sereke ya nîqaşê bûn.

Bakırhan diyar kir:
"Hin kes hene ku benzînê dirêjine ser agirî. Û hin kes hene ku hewl didin agir vemirînin. Em dixwazin ku pevçûn bi dawî bibin û pirsgirêk bi diyalogê werin çareser kirin. Kurd ji bo welatên ku lê dijîn nebûye tehdîtek û nabejî. Armanca banga Ocalan ew bû vê çerxa xerab bişkîne."

Pêvajo pir hesas e, zimanek heye ku Kurdan dişkîne.
Li Kobaniyê ne elektrîk û ne jî av heye. Zarok ji sermayê dimirin. Tevî agirbestê her roj pevçûn hene. Divê li deverên ku Kurd lê dijîn, bi taybetî li Kobaniyê, korîdorên mirovî werin vekirin.

Serokê CHPê Özel got, "Divê bil ez û bez li Sûriyeyê îstîqrar were avakirin û çareseriyên ku aştiyê tînin Sûriyeyê werin bicîhanîn. Hebûna hin xetan û telan û sînoran nayê wê maneyê k udi navberê da biratî tune ye."

"Em amade ne ku alîkariyê bigihînin Kobaniyê"
"Em gihandina alîkariyê bi rêya Helebê bi awayekî erênî dibînin. Ger deriyê sînor ê Murşîtpinar were vekirin, alîkarî dê bigihîje cihê xwe. Şaredariyên CHPê dixwazin alîkariyê bişînin. Divê agirbest bi tevahî were bicîhanîn,"
Şîrove