AMÎDA KURDÎ – Nextgen Kurdî însîyatîfek e ku li ser pirsgirêkên ciwanên Kurd disekine û berê xwe û yê wan dide Kurdiyê.
Di qada çand û ziman da xebatên xwe didomîne û ji bo teşvîqkirina bikaranîna kurdî di jiyana modern de, naverokên perwerdehiyê hildiberîne.
Her wiha di medyaya civakî de girseyekê çêdike bo ku agahiyên çandî û zimanî bigihîne ciwanên Kurd.
Armanc ev e ku di qada dîjîtal de arşîvek bê girtin ku folklor, muzîk û wêjeya kurdî bi zimanekî nûjen bê pêşkêşkirin û heman demê de bê parastin.
Amîda Kurdiyê li ser van mijarana li gel koordînatorê Nextgenê, Bariş Oktemî hevpeyvînek pêk anî.
Şîrove